Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn

Şehîdên fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê bi  daxuyanî û çalakiyên hunerî li Reqayê hatin bi bîranîn.

Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
Li Reqayê şehîdên fermanê hatin bi bîranîn
3 tebax 2024   21:22
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantoa Reqayê di salvegera 10’an a fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê de çalakiyek li dar xist. Çalakî bi dirûşma "Na ji qirkirina li dijî gelê Şengalê re" û "Na ji dagirkeriya Tirk re" li stadyuma Beledî ya li bajarê Reqayê hat lidarxistin.

Çalakiya bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, Tevgera Hîlana Zêrîn a Çand û Hunera Jinan û Kombûna Jinan a Zenûbiya tevlê bibûn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê Kerem El Hemed der barê fermanê de daxuyaniyek xwend.

Kerem El Hemed xwest hesab ji berpirsên fermana li Şengalê were pirsîn û diyar kir ku xweprastina rêya yekane ya rêgirtina li ber komkujiyan e.

Kerem bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî komkujiyê şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê da.

Piştre Koma Zenûbiya ya girêdayî Tevger Hîlala Zêrîn şanoyek li ser fermana Şengalê pêşkêş kir û helbestvan Celaa Hemzawî jî helbest xwendin.

(bb)

ANHA