Li ser rêya Şam-Beyrût êrişa Îsraîlê

Artêşa Îsraîlê li ser rêya Şam-Beyrûtê erebeyek bombebaran kir. Hate zanîn ku di encama bombebaranê de kesek mir.

Li ser rêya Şam-Beyrût êrişa Îsraîlê
3 tebax 2024   16:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê li ser rêya Şam-Beyrût nêzî herêma Zebedanî li erebeyê xist. Hate zanîn ku di êrişê kesek jiyana xwe ji dest daye.

Beriya du saetan jî balafira bê mirov a bi çek a Îsraîlê li bajarê Siwer ê başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kiribû. Di bombebaranê de kesek mir û 2 kesên din birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku kesê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye endamekê Hizbullah bi navê Elî Nezîh Ebid Elî ye. Lê Hizbullahê heta niha der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)