Bîlançoya sûcên li Efrînê: Qetilkirin, îşkence û revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de li Efrînê herî kêm 4 kes qetil kirin, 3 birîndar kirin, îşkence li 3 kesan kir û 40 kes jî revandin.

Bîlançoya sûcên li Efrînê: Qetilkirin, îşkence û revandin
2 tebax 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bi raporekê bîlançoya meha Tîrmehê ya sûcên li Efrînê têne kirin, aşkera kir.

Rêxistinê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tîrmehê de 2 jin û 2 mêr qetil kirine, 3 kes birîndar kirine, îşkence li jinekê û 2 mêran kiriye û zêdetirî 40 kes revandine ku 2 jê zarok in.

Rêxistinê diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyan bi hincetên cuda xerac ji 2 kesan standinye û bi hinceta diziyê jî malek şewitandiye.

Têkildarî qirkirina xwezayê jî hate gotin ku zêdetirî hezar û 900 dar birîne û 572 hektar daristan şewitandine.

(mh)