Ji DYA û Brîtanyayê hişyarî ji bo welatiyên li Lubnanê kirin
DYA û Brîtanyayê ji ber metirsiya rûdana şerekî topyekun di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derkevin.
Balyozxaneya DYA’yê ya li Beyrûtê ji bo welatiyên xwe yên li Lubnanê hişyarek weşand. Hate got: "Ji bo veguhestina bazirganî derfetên derketina ji Lubnanê hîna hene. Lê gelek şirketên balafiran seferên xwe rawestandin an betal kirine. Em wan kesên ku dixwazin ji Lubnanê derkevin teşwîq dikin ku bi çi awayî be bilêtan bigirin. Welatiyên amerîkî yên ku pereyên pêwîst ên ji bo vegera li DYA’yê bi wan re nîn be, bila bi balyozê re peywendiyê deynin da ku bi deynan pereyanbistînin"
Ji bo welatiyên ku naxwazin ji Lubnanê derkevin jî bang li wan hate kirin ku tedbîrên xweprastinê bigirin.
Brîtanyayê jî bang li hemwelatiyên xwe kir ku "tavilê ji Lubnanê derkevin".
(bb)