Li kampa Holê 7 çete hatin girtin

Di operasyonên ewlehiyê yên Hêzên Asayîşê de 7 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li kampa Holê 7 çete hatin girtin
1 tebax 2024   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di operasyonên li kampa Holê de encamê de 7 çete hatin girtin.

Di dauxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyon piştî komkirina agahiyan û tesbîtkirina cihên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, roja  31’ê Tîrmehê ji aliyê Dezgeha Ewlekariya Giştî û Hêzên Taybet (HAT) ve hat lidarxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên HAT’ê bi ser 7 cihên cihên ku çeteyan xwe lê vedişartin girtin û 7 çeteyên şaneyê binçav kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di lêpirsînên destpêkê de çeteyên şaneyê li xwe mikur hatine ku plan dikirin  di nava kampê de kiryarên çetetî pêk bînin.

(bb)