Berpirsekî YNK`ê: 400-450 çete ji bo karên qirêj anîn Başûr

Berpirsyarê YNK`ê yê li Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî anî ziman ku çeteyên derbasî Başûr hatine kirin li gel leşkerên dewleta Tirk in ku cilên wan li xwe kirine û hişyarî da “Metirsiyeke gelekî mezin li pêşiya Iraq û Başûr heye ku her tiştî ji dest bidin.’’

Berpirsekî YNK`ê: 400-450 çete ji bo karên qirêj anîn Başûr
3 tebax 2024   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Berpirsê Kar û Barên Civakî yê YNK`ê (Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê) yê li Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî der barê êriş, plan û metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê de ji ANHA`yê re axivî.

Nezîr Berwarî bibîr xist ku di encama tifaqên PDK`ê û dewleta Tirk de ji sala 1992`yan ve baregehên leşkerên Tirkan li herêmên Başûrê Kurdistanê hatine çêkirin û got: “Qonax bi qonax hejmara baregehan hate zêdekirin. Heta niha 71 barergehên dewleta Tirk li sînorê Hewlerê û Dihokê hene, ev cihê mixabiniyê ye. Ev ji bilî navendên MÎT`ê yên li bajaran in.”

Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk dibejê “bi hinceta PKK`ê tên herêma Başûrê Kurdistanê” lê hedefa wan a sereke dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye û got: “Niha ronahiyek bi navê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê heye. Dewleta Tirk bi tu awayî ronahiya gelê Kurd qebûl nake. Armanca wan binxistina mafên gelê Kurd e. Di navbera Iraq û Tirkiyeyê de tifaqekek heye û Iraq jî li hember êrişên dewleta Tirk bê deng e.” 

DIXWAZIN RONAHIYA KURDAN LI BAŞÛR VEMIRÎNIN

Mela Nezîr Berwarî birina çeteyên DAIŞ û komên çeteyan ji Başûrê Kurdistanê re wiha nirxand: “Tirkiye dizane ku êdî divê ji Sûriyeyê derkeve. Sûriyeyê jî ev şert daniye. Ew kesê Sûriye weran kiriye, alîkariya çeteyan, DAIŞ`ê kiriye, Erdogan û hikumeta wî ye. Ew dewleta ku piştgiriya terorîstan dike, ew bi xwe terorîst e. Tirkiye niha dixwaze wan çeteyan bîne herêma Başûrê Kurdistanê. Vê ronahiya Kurdan a li herêma Başûrê Kurdistanê vemirînin.”

400-450 ÇETE JI BO KARÊN QIRÊJ ŞANDINE

Berwarî destnîşan kir ku vê dema dawîn de nêzî 400-450 çeteyên DAIŞ`ê an jî bi navê Cebhet El Nûsra, Sûltan Mûrad derbas kirine ku li gel serbazên dewleta Tirk dimînin û ev agahî parve kir: “Van serbazên ku tînin Başûrê Kurdistanê hemû ne serbazên dewleta Tirk in. Berpirsên wan ji Tirkiyeyê ne, hemûyên din çete ne, tenê cilên wan cilên serbazên Tirkan e. 400-450 çete ji bo karên qirêj wekî kuştin, revandin û hwd. re anîne. Di bin navê PKK kiryarên herî xirab dikin, cilên gerîlayan xwedikin û dixwazin xelkê bixapînin. Mînak, li Berwarî di navbera barergeha Tirkiyeyê û barergehên peşmergeyan de kêmî 300 metre ye kul i wir bendên kontrole bi navê PKK danî bûn, nivroj nasnameyên xelkê digirtin. Her kes dizanê ku ew ne PKK ne. Li gundê Sûryanan bi navê Mîska yê girêdayî Berwarî yê di malekê de leşkerên dewleta Tirk video kişandine ku qaşo çekên PKK`ê girtine. Cîhan giştî dizane ku PKK nakeve gundan. Mixabin li herêma Berwarî ya li Amêdiyê heta niha 162 gund hatine valakirin.”

HEDEF TESFIYEKIRINA PKK Û YNK`Ê YE

Berwarî îdiayên PDK`ê ku dibêjin “endamên PKK’ê li barergehên YNK`ê ne” derewandin û got: “Her kes dizanê ev nerast e. Hedef ji van îddiayan ew e ku bihelin dewleta Tirk dest deynê ser Silemaniyê. Hedefa vê operasyonê PKK û YNK`ê ye. YNK`ê tasfiye bikin ku li hemû Başûrê Kurdistanê PDK`ê desthiladariyê bike. YNK`ê dê heta dawî nebê dijminê gelê xwe. Ger têkevin xizmeta dijmin wê têkevin rêya xiyanetê ku wekî PDK`ê bên şermezarkirin. Berjewendiya PDK`ê ji vê hevkariyê ew e ku ger wekî hedefa dewleta Tirk çê bû, dixwazin li Başûrê Kurdistanê YNK`ê jî têk bibin û bibin yek partiya desthiladar. Dewleta Tirk çi tiştê li Rojava, Başûr, ser Şex Seîd û Seyîd Riza kiribe dê heman tiştî bîne serê PDK`ê jî û dawiya wan jî binîn.”  

Li hemberî van êrişan Iraq bê deng dimîne ku diyar e di navbera Iraq-Trikiyeyê de tifaq hatine çêkirin.” Bi van gotinan Mela Nezîr Berwarî bal kişand ser sekna hikumeta Iraqê û metirsiyên li pêşiya Iraqê wiha anîn ziman: “Ger Iraq wiha bê deng bimîne û niyeta dewleta Tirk pêk werê, Iraq namîne. Wîlayeta Musil, Kerkûk ji destê Iraqê herê ku wê tenê wîlayetê Basra, Bexda bimîne. Ez pêşbîn dikim ku dê wekî Saddam bê serê wan. Çawa ku Amerîka rê da Saddam û jê re got `here Kuweytê, nefta li wir nîvî ji te re nîvî ji min re, ger ez ji te re bibêjim derkeve jî dernekeve.’ Heman plan Amerîkayê ji bo dewleta Tirk daniye. Tirkiye endameke NATO’yê ye ku Tirkiye destê xwe daye dijminê mezin yê Amerîkayê Rûsyayê. Di demek nêz de Tirkiye dê di navbera Amerîka û Rûsyayê de wekî Seddam bibe.”

DI 33 SALAN DE 344 WELATÎ ŞEHÎD BÛN

Bewarî anî ziman ku bi van êriş û planan re statuya Başûrê Kurdistanê jî ketiye di bin xetereyê de û got: “Ji sala 1991`an heta niha 344 kes şehîd ketin, 357 birîndar bûne. Bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê metirsiyeke mezin e. Mixabin desthilata Hewlêr û Behdînanê, bi taybet PDK`ê, rê da Tirkiyeyê. Bila kes nebêjê Tirkiye bi hêza xwe çû Başûrê Kurdistanê. Ger PDK`ê rê nedaba nedikarî yek gavekê jî bikeve Başûrê Kurdistanê.”

`FIRSEND HEYE`

 “Di vê pêvajoyê de ji bo me Kurdan a girîng yekitî ye.” Bi van gotinan Mela Nezîr Berwarî bang kir ku divê hemû hêzên siyasî bibin yek û li benda partiyekê nemînin û got: “Ger em nebin yek, metirsiyeke mezin li pêş me heye. Dibe ku navê Kurdan jî êdî nemîne. Niha firsendek heye ku ev yekitî bê avakirin û divê em vê pêk bînin.”

ANHA