Jinên ji destê çeteyan hatin rizgarkirin tevlî meşa dijî komkujiyê bûn

Jinên Êzidî yên 1’ Tebaxê (2024) ji aliyê YPJ`ê ji destê çeteyan hatibûn rizgarkirin, tevlî meşa şermezarkirina 10’emîn salvegera komkujiya Şengalê bûn. Yek ji wan jinan got: “Ev roj nayê jibîrkirin”

Jinên ji destê çeteyan hatin rizgarkirin tevlî meşa dijî komkujiyê bûn
3 tebax 2024   14:18
QAMIŞLO

Jinên Êzdî yên bi navê Ezîze Xalid Elî (25) û Tawaf Dawûd Çeto (24) dema çeteyên DAIŞ’ê roja 3’yê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kirin û komkujî pêk anîn, hatibûn revandin. 

Her du jinên ku dema hatin revandin zarok bûn, 1’yê Tebaxa 2024’an ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hatibûn rizgarkirin.

Du roj piştî rizgarkirinê herdu jin îro (3 Tebax), bi minasebeta salvegera 10’an a komkujiyê, tevlî meşa şermezarkirinê ya li bajarê Amûdê bûn.

Tawaf Dawûd Çeto ya ji gundê Til Izêr ê Şengalê ku ji 10 sal ve hatibû revandin û li gel çeteyên DAIŞ dîl hatibû girtin, nedizanî bi zimanê xwe yê dayikê (Kurdî) biaxive, lewra bi zimanê Erebî ji ajansa me re axivî.

Tawaf Çeto hestê xwe yê tevlîbûna meşê wiha anî ziman: “Ji ber ez di nava xizimê xwe de me ez kêfxweş im, ez spasiya YPJ`ê dikim ku min xilas kir.”

Tawaf Çeto da zanîn ku 10 sal ji bo wan bi zehmetî derbas bûn û wiha got: “Ji bo me ev rojeke xemgîne, ev roj nayê jibîrkirin. Me xwest bi beşdariya meşê kêfa civaka xwe bînin.”

YPJ`ê ragihandibû ku Ezîze Xalid li Kampa Holê hatiye rizagar kirin, Tawaf Çeto jî li ser sînorê Sûriyê-Iraqê dema hewl dida xwe xilas, hatiye girtin û piştî lêpirsînê hatiye zanîn ku êzidî ye. Bi wan re zaroka Êzidî ya bi navê Xunav li cem Ezîze Xalid mezin bûye jî hatiye rizgarkirin.

(sb/a)

ANHA