Li Reqayê şaneyeke DAIŞ’ê hat jihevxistin

QSD’ê li gundewarên rojhilatê Reqayê şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ji hev xist û 4 çete girtin.

Li Reqayê şaneyeke DAIŞ’ê hat jihevxistin
3 tebax 2024   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh (2’yê Tebaxê) operasyonek li dijî şaneyên DAIŞ’ê li dar xistiye û şaneyek ji hev xistiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveyê operasyênên me yên ewlehiyê yên bibandor ên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me (QSD) duh (În, 2’yê Tebaxê) operasyoneke ewlehiyê ya bibandor li dijî şaneyeke DAIŞ’ê pêk anî.

Operasyon bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî komkirina agahiyên li ser şaneya terorîst û diyarkirina cihên wan, li mezreya Kerama ya li rojhilatê Reqayê pêk hat.

Di operasyonê de 4 endamên şaneyê hatin girtin. Endamên şaneyê yên hatine girtin, gelek kiryarên terorî li dijî hêzên me, sazî û daîreyên Rêveberiya Xweser û karmendên wê pêk anîbûn.

Em teqez dikin dê operasyonên me yên ewlehî û leşkerî yên li dijî rêxistina terorîst heta qedandina wê û têkbirina jêderên destekkirina madî û leşkerî ranewestin."

(bb)