Li Frankfurtê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin

Cezayên darvekirinê ku dewleta Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî birî, li Frankfurtê bi mitîngekî hat protestokirin.

Li Frankfurtê ji bo Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî çalakî hat lidarxistin
3 tebax, 2024   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li Frankfurtê li dijî cezayên darvekirinê ku dewleta Îranê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî biriye, bi organîzasyona “KJAR, PJAK, mit der Widerstand des Iranischen Volkes -Frankfurt platform” çalakî hat lidarxistin. 

Gelek Kurdistanî û dostên, Sazî û pêkhate ragihandin ku ji bo piştevaniya bi Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ev çalakiyê li dar xistine.

Kurdistaniyan diyar kirin ku rejîma molla bi darvekirinan bersivê dide tevgerên ronakbûnê û bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku cezayên darvekirinê demildest bên rawestandin û Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî azad bibin. Her wiha banga hestiyariyê li raya giştî hat kirin.