TJA'yê ji Serokkomarê Iraqê re name şand

Tevgera Jinên Azad TJA'ê bi wesîleya 10'emîn salvegera fermana DAIŞ'ê ya li dijî civaka Êzidî name yek ji Serokkomarê Iraqê re şand.

TJA'yê ji Serokkomarê Iraqê re name şand
3 tebax 2024   15:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî 10’emîn salvegera fermana çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an nameyek ji Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Muhammed Cemal Reşît re şand.

Name wiha ye:

 Parlamentoya Iraqê di sala 2021'an de yasaya jimare 8'an a rizgarbûyên Êzîdî derxist û sûcên DAIŞ’ê yên li dijî civaka Êzidî bi taybet jî jinan weke “sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê” qebûl kir. Meclisa we ji bo ronîkirina qonaxeke tarî ya dîrokê û bidestxistina mafên civakên me û ji bo heqîqetê gaveke giring û hêja avêt. Parlamentoya we bi vê qanûnê ne tenê jenosîda li dijî Êzidiyan qebûl dike, di heman demê de bi diyarkirina tedbîr û kiryarên ku Komara Iraqê ji bo kêmkirina bandorên vê wêraniya ku li ser civaka Êzidî û mirovahiyê hatiye kirin, gava yekem a giring ji bo dadperweriyê davêje. Lê ne avêtina gavên şênber di warên wekî dîtin û darizandina sûcdaran, peydakirin û vegerandina Êzidiyên revandî, lêkolîn û tesbîtkirina gorên komî û tesbîtkirin û vegerandina terman ji malbatên wan re, nirxa vê gava destpêkê ya ber bi edaletê kêm dike.Wek ku cenabê we jî dizane, ji bo ku sûcên jenosîdê dubare nebin û ji holê ranebin, şertê yekem, navê jenosîdê ye; mercê duyem ew e ku bi beşdarbûn û razîbûna mexdûran dadwerî bê sazkirin û rastî û serpêhatî bên eşkerekirin, ne di warê siyasî de, belku li gor tiştên ku wan bi xwe vegotiye. Şertê sêyem jî ew e ku ji bo civaka êrişkar û pêkhateya wê ya civakî ji nû ve avakirina xwebawerî, rêxistinbûna hundirîn, berxwedan û hêza xwe ya afirîner ava bikin.

 Tê zanîn ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinan beriya ku biqewimin gava herî giring hêza berxwedana navxweyî û mekanîzmayên civakan bi xwe ye. Di vê çarçoveyê de ku em weke Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo radigihînin û bang li hikûmeta Iraqê dikin ku mafên gelê Êzidî yên civakî-çandî û etno-dînî bi awayekî destûrî misoger bikin. TJA tevgereke ji bo azadiya jinê û edaleta civakî têdikoşe. Armanca me ew e ku em mafên jinan biparêzin û di hemû beşên civakê de wekhevî û edaletê pêk bînin. Koletî, destavêtin û kuştina jinan a ku DAIŞ’ê li ser jin û mêrên Êzidî pêk aniye, ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ne. Pejirandina van tawanan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve wek jenosîd û erêkirina fermî ya vê hovîtiyê ye. Lê tevî vê naskirinê jî em dibînin ku ji bo garantîkirina ewlekarî û mafên civaka Êzidî û pêşîgirtina li êrîşên dewleta Tirk ên li ser berxwedana jiyanî û mekanîzmayên xwerêveberiyê û rêxistinbûna navxweyî ya gelê Şengalê, ti gavên berbiçav nehatine avêtin ku hewl didin xwe ji êrîşên nû yên qirkirinê biparêzin. Li ser wê yekê ku hîn zêdetirî çar hezar jinên Êzidî di destê DAIŞ’ê de dîl in, li ser platformên înternetê yên kûr tên firotin, û bi sedan zarokên Êzidî ji nasnameya xwe bêpar in û di destê çekdarên DAIŞ’ê û malbatên wan de ne û gorên komî yên nû bi berdewamî tên dîtin. Zehmet e ku meriv wêrankirina mezin a ku li civakeke wisa nazik hatîye xeyalkirin. Divê civaka Êzidî di bin garantiya destûra bingehîn de bê parastin. Nebûna statuya fermî ya herêma Şengalê, nahêle ku ev civak piştgirî û parastina pêwîst werbigire.

Birêz Serok, di 10. salvegera Komkujiya Şengalê de, em ji we hêvî dikin ku ji bo bidawîkirina vê karesata mirovî û dabînkirina jiyana ewle û bi rûmet a civaka Êzidî, gavên pêwîst bên avêtin. Em spasiya we dikin ji bo hesasiyet, baldarî û hewldanên we yên derbarê vê mijara giring de. Bi rêz û hurmet."