Wê rojê Şengal radest kiribû, îro tevahiya Başûr

Di salvegera 10’an a fermana li ser Şengalê de, PDK’ya ku Êzidî xistibûn pençeyên çeteyan, îro jî xeteriyê ji bo tevahî Başûr çêkiriye. Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ku metirsî ji gelek aliyan ve didomin, lewma divê li dora xweseriya demokratîk kobûn çêbibe da ku polîtîkayên dijber vala bên derxistin.

Wê rojê Şengal radest kiribû, îro tevahiya Başûr
Wê rojê Şengal radest kiribû, îro tevahiya Başûr
Wê rojê Şengal radest kiribû, îro tevahiya Başûr
3 tebax 2024   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2014’an şeva ku 2’ê Tebaxê bi 3’ê Tebaxê ve girêdide, saet derdora 02.00’yan de dengê guleyan li gundên Til Izêr, Gerzik û Cedala yên Şengalê bilid dibûn. Heman şevê heman deng vê carê hîn dijwartir li gundê Siba Şêx Xidir bilind dibû. 

Çeteyên DAIŞ’ê êrîş dabûn destpêkirin. Gundiyan beriya çend rojan agahî girtibûn ku dê êriş pêk werin, lewma serî li pêşmergeyên PDK’ê ku wê demê kontrola hêrêmê dikirin dabûn. Her wiha ji bo xweparatinê çek xwestibûn.

PDK’ê SOZÊN XW JIBÎR KIRIN Û EW XISTÊN LEPÊN HOVAN

Rayedarên PDK’ê ji wan re gotibûn, “Bila dilê we rehet be, tiştek nabe, em ê we biparêzin”. Lê wexta çeteyan êrîş kirin, gundiyan li derdora xwe tu hêz nedîtibûn. Pêşmerge û artêşa Iraqê ji herêmê reviya bûn. Sozên dabûn li hewa mabûn. Rojek piştre pêşmergeyên PDK’ê li pêş çavên hemû cîhanê bi seyareyên xwe ji hemû deverên Şengalê ber bi Hewlêrê ve di reviyan. Di dimenên ku wê demê ji aliyê nûçegihanên Ronahî Tv ve hatibûn kişandin de, pêşmergeyan pirs jî bê bersiv dihiştin. Hinekan jî digotin fermana revê ji jor hatiye.

BERXWEDANA YEKEM

Gundiyan bi derfetên xwe yên pir teng parastina xwe kirin. Lê çete bi çekên giran û hejmarek zêde bi ser wan de dihatin. Lewma neçar mabûn ku ber bi çiyayê Şengalê ve biçin. Komkujiyên yekemi li van deran çêbûn, lê berxwedana yekem jî li heman jiyangehan bûn.

80 GORÊN KOMÎ

Êrişên çeteyan piştre li tevahiya gundên Şengalê û navenda wê belav bûn. Komkujiyên mezin pêk hatin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin, bi sed hezaran kes koçber bûn. Li gorî daneyên fermî, li Şengalê 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û hejmareke zêde zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Piştî rizgarkirina herêmê di encama lêkolînên hatine kirin de, li herêmê zêdetirî 80 gorên komî hatin dîtin.

MUDAXELEYA GERÎLA Û ŞERVANAN, VEKIRINA KORÎDORA MIROVÎ

Bi sedhezaran Êzidiyan ji ber êrişên çeteyan, di nava germa dijwar a havînê de bê nan û av berê xwe dabûn çiyayê Şengalê. Lê hoveber jî li pey wan dihatin. Artêşa Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê jî ew terkî mirinê kiribûn. Lewma gerîlayên HPG’ê ji çiyayên Kurdistanê daketin deştê û mudalexeyî çeteyan kirin. Ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve jî şervanên YPG û YPJ’ê berê xwe dan Şengalê. Di encama berxwedaneke dijwar de, êrişên çeteyan hatin şikandin, di navbera Şengal û Rojava de kordîrek mirovî hat vekirin û bi sed hezaran kes hatin rizgarkirin. Bi de hezaran kes jî li ser Çiyayê Şengalê di bin parastina gerîla û şervanan de bicîh bûn.

HÊZÊN BERXWEDANA ŞENGALÊ

Li gel mudaxeleya gerîlayên azadiyê û şervanan, ciwanên Şengalê jî tevlî berxwedanê bûn û 4’ê Tebaxa 2014’an Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBS) ava kir. Di sibata 2015’an de jî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ)  hat avakirin. Herdû hêzan li kêleka gerîla û şervanan ji Xanesorê heta Sinûnê, Şilo, Siba Şêx Xidir, Dahola û navenda Şengalê tevlî hemû hemleyên rizgarkirina herêmê bûn.

Ji Adara 2015’an heta ber bi dawiya salê ve piraniya gundên Şengalê hatin rizgarkirin. Roja 14’ê Mijdara heman salê navenda Şengalê ji çeteyan hat paqijkirin.

ÎRADEYA XWERÊVEBIRINÊ

Piştî fermanê û berxwedana ku hatiye nîşandan êdî gelê Şengalê gihîşt wê baweriyê ku tenê bi hêz û baweriya xwe dikarin liser piyan bimînin. Lewma piştî hêzên parastinê di aliyê rêxistinkirin û siyasî-dîplomatîk de gavên gîrîng avêtin.

Sala 2015’an Meclisa Damezirîner a Êzidiyan hat avakirin û sala 2017’an wekî Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê veguherî pergalekê.

Di Hezîrana 2016’an de Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) hat avakirin û wekî partiyek fermî li gorî Yasayên Iraqê di aliyê siyasî-dîplomatîk de xebat meşandin. 

6’ê Tîrmeha 2016’an de Asayîşa Êzidîxan weke hêzên ewlekariya navxweyî hate damezrandin.

Di Îlona 2016’an de Meclîsa Jinên Êzidî hat avakirin û piştre wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat mezinkirin. Di warê perwerdeyê de jî dibistan û akademî hatin vekirin, bi hezaran zarok li gorî pergala xweseriya demokratîk hatin perwerdekirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERAN Û PDK’Ê

Çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedanê hatibûn têkbirin û herêm  hatibû rizgarkirin, lê piştevanên wan û PDK’ya ku Êzidî avêtibûn ber fermanê, ranewestiyan. 25’ê Nîsana 2017’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Şengalê bombebaran kir. Ji wê demê heta niha dewleta Tirk a dagiker bi balafirên bêmirov û biçek êrişî herêmê û aramiya wê dike.

PDK’ê jî li aliyekê êriş pêk anîn, li aliyê din hewl da ku bi hikûmeta Bexdayê re dijî îradeya Şengalê plangeriyên nû pêk bîne.

Komên çete yên girêdayî PDK’ê ku navê “Pêşmergeyên Roj” li xwe dikin û ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin, 3’yê Adara 2017’an êrişî bajaroka Xanesorê ya Şengalê kirin. Li hemberî êrişê şervanên YBŞ, Asayîşa Êzidxwanê berxwedanek bibandor nîşan dan. Gerîlayên HPG’ê ji bo parastina herêmê li wir bûn, xwestin bikevin navberê û nehêlin êriş çêbibin. Lê çeteyan êriş kirin.

Di encamê de 5 şervanên YBŞ û endamên Asayîşa Êzidxanê, 2 gerîlayên HPG’ê yên dixwestin bi hevdîtinan êrişan bidin sekinandin şehîd bûn.

Di heman êrişan de rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar bû û piştî 19 rojan di 22’ê Adarê de tevlî karwanên şehîdan bû.

GERÎLA PARASTIN DEWR KIR

Di dawiya sala 2018’an de Fermandariya Giştî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku hêzên Şengalê gihîştine asta ku karibin xwe biparêzin û hêzên xwe ji Şengalê vekişandin.

PEYMANA DIJÎ ŞENGALÊ

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de PDK’ê li gel zexta Tirkiyeyê bi hikûmeta Bexdayê re dijî Şengalê peymanek îmze kir. Bi vê peymanê hat hedefkirin ku hêzên parastina Şengalê ji holê bên rakirin, îradeya siyasî bê tunekirin û herêmê careke din teslîmî PDK’ya ku bibû şirîka fermanê bê kirin. Lê gelê Şengalê rastiya wan baş fêm kiribû, lewma berxwedanek mezin nîşan dan û îradeya xwe danî holê. Bi dehezaran koçber jî vegeriyan Şengalê û tevlî pergalê bûn.

NIHA DIXWAZIN TEVAHIYA BAŞÛR PÊŞKÊŞÎ DAGIRKER Û ÇETEYAN BIKIN

PDK û piştevanên wê li Şengalê negihîştin hedefa xwe, lê dest ji dek û dolabên xwe jî bernedan. Li dijî nirxên gel û welat bi awayekî hîn kambaxtir ketin nava avzêmkê. Di salvegera 10’an a fermana Şengalê de, dixwazin vê carê tevahiya Başûr pêşkêşî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bike. Di encama vê hevkariya wê de tenê çend mehên 2024’an de bi dehan gundên Başûr hatin valakirin û şewitandin, artêşa dagirker hat bicîhkirin. Bajarên wekî Duhok û Hewlêrê êdî ketine bin kontrola MÎT’a Tirk. Li Kerkûkê ji bo ku walîtiya bajar nekeve destê Kurdan, PDK’ê bi Eniya Tirkmenan ku partiyek nîjatperest a girêdayî dewleta Tirk e re, peyman çêkiriye.

‘PDK RASTERAST BERPIRSYAR E’

Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo bi minasebata salvegera 10’an a fermanê, ji ANHA’yê re axivî. Cîhan Celo bibîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê êrîş pêk anîn, lê piştevanên wan hebûn û got: “PDK rasterast berpirsa fermanê ye. Pêşmergeyên wê gel bi fermanê re rû bi rû hişt, lewma heta niha jî rewşa bi hezaran jinên hatine revandin nayê zanîn.

Cîhan Celo destnîşan kir ku piştî xiyaneta li Şengalê hatiye kirin, gelê Êzidî bi armanca ku careke din bi heman rewşê re rû bi rû nemîne û îradeya xwe derxîne holê, di aliyê parastin, perwerde, siyasî û civakî de rêxistinbûnek xurt derxistiye holê, lewma rê nade fermanên nû. 

Cîhan Celo da zanîn ku dijî îradeya herêmê hîn jî plangerî berwedam dikin, lewma pêwîst e ji parastina destkeftiyên Şengalê têkoşîn bê mezinkirin, li dora pergala rêveberiya xweser kombûn çêbibe û polîtîkayên dijber vala werin derxistin.

(a)

ANHA