Li Şengalê meşa ‘Ji qirkirin û koletiyê ber bi xweserî û azadiyê ve’
Li navenda Şengalê bajêr bi dirûşmeya, ‘Ji qirkirin û koletiyê ber bi xweserî û azadiyê ve’ meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên, li dijî xiyaneta PDK’ê û silavkirina berxwedana gerîla û Şengalê hatin gotin.
![Li Şengalê meşa ‘Ji qirkirin û koletiyê ber bi xweserî û azadiyê ve’](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66ae61348796b.jpg)
Îro li Şengalê jiyan sekiniye, dikan û cihên kar hatine girtin, ji 7 salî heya 70 salî gel di çalakiyê de ye. Li seranserê Şengalê çalakiyên cûda cûda hatin lidarxistin, cangoriyên fermanê û şehîdên berxwedana Şengalê bibîr anîn.
Li kolanan û li ser cadeyên giştî kon hatin vedan, ciwanên xwebexş av û şerbet belavkirin û li gelek cihan jî xêr hatin belavkirin.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ hatin gotin û berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê hatin silavkirin.
Di meşê de wêneyên qurbaniyan û şehîdên pêşeng yên Êzidiyan hatin rakirin û dîroka 03.08.2014 hatin rakirin.
Komek jinên ciwan ji bo şermezarkirina dîl girtin û firotina jinan ji aliyê DAIŞ’ê ve cilên reş li ber kirin, xwe zincîkirin û wêneyên jinên hatine dîl girtin û qetilkirin rakirin.
Meş li ber Meclîsa Gel destpêkir û heya nêzî Mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) ku weke zindan û êşkencexaneyê ji bo Êzidiyan hatibû bikaranîn dewam kir.
Girse piştî gihîştin qada merasîmê deqîqeyek rêzgirtin ji bo rihê şehîdan çêbû û bihezaran ciwanên li qadê kom bûbûn, bênavber dirûşme berz kirin. Merasîm bi dayîna peyaman dewam dike.