Çend mînakên jiyana kollektîf-komînal

Welatiyên li gund û bajarokên Tirbespiyê bi hevkariyê, pirsgirêkên xwe yên wekî av û ceyranê ku di êrişên dewleta Tirk dagir de derketibûn holê, çareser dikin.

Çend mînakên jiyana kollektîf-komînal
Çend mînakên jiyana kollektîf-komînal
Çend mînakên jiyana kollektîf-komînal
29 tîrmeh 2024   03:25
TIRBESIPEYÊ
RÊNAS REMO

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di Cotmeha 2023’yan û 13-15’ê Çileya 2024’an de li ser binesaz  Kantona Cizîrê û saziyên xizmetguzariyê pêk hatibûn de, gelek gund û bajarok bê av û ceyran mabûn.

Li Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê (herêma Aliyan) li 40 gundan pirsgirêka ava vexwarinê û ceyranê derketibû.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkan, welatiyên li gund û bajarokan, dest dan hev û gav bi gav çareseriyan peyda dikin.

PÊDIVIYA AVÊ YA BAJAROKA MAŞÛQ

Li bajaroka Maşûq a li bakûr-rojhilat Tirbespiyê ku derdora 170 mal lê hene jî piştî êrişan stasyona avê hilweşiya bû. Şêniyên bajarokê piştî êrişan hevkariyem mezin nîşan dan û bi derfetên xwe jeneratorek stendin. Jenerator piştre li ser bîra avê hat girêdan û niha pêdiviya ava vexwarinê ya 170 malan tê pêşwazîkirin.

Hevserokê Komîna Şehîd Şukrî a Maşûq Fehid Cemîl destnîşan kir ku wan bi hevkariya endamên komînê jeneratorek stendiye û bi vî rengî ji bo hemû şêniyên bajarokê av peyda kiriye.

LI GUNDÊ GIRÊ PIRÊ ENERJIYA ROJÊ

Li gundê Girê Pirê yê dikeve başûr-rojhilatê Tirbesipiyê jî, stasyona avê ya di êrişan de ziyanek mezin dîtibû, ji nûve hat şixulandin. Gundiyan bi awayekî kolektîf û desteka şaredariya gel a Maşûqa li ser bîra avê sîstema enejiya rojê danî û bi ceyrana tê hilberandin pirsgirêka avê çareser kirin. Bi vê xebata hevkar re pêdiviya 140 malên li gund hat pêşwazîkirin.

LI 20 GUNDAN HEVKARIYA CIVAKÎ

Li zêdetirî 20 gundên girêdayî bajarê Tirbespiyê jî welatiyan ji bo rojên şînî û şahî, mijarên paqijî û derdorê sindoqên hevkar danîn. Di encama hevkariyê de cihên sersaxiyê, şahiyan hatin avakirin. Her wiha li derdora gundan dan hatin çandin û cihokên ava qirêj hatin paqijkirin.

JI BO 150 MALAN CEYRAN

Li Kolana Sihayî ya Tirbesiyê jî, bi xebatên komînê pirsgirêka ceyranê ya 150 malan hat çareserkirin.

Hevserokê Komîna Şehîd Baz a Kolana Siyahî Ebdulcelîl Ehmed da zanîn ku wan bi hevkariyê jeneratorek stendiye û niha ceyranê didin 150 malên li taxê.

Ebdil Celîl anî ziman ku rêveberiya sotemeniyê jî, bi buhayekî erzan mazota ji bo xebitandina jeneratorê dide wan.

(a)