Êrişa li ser çanda kurdî li Helebê hat şermezarkirin
Êrişa li ser çanda kurdî ku dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, li Helebê hat şeremzarkirin.
Bi dehan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Helebê û Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan ên Helebê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Eşrefiyê kom bûn. Endaman têkildarî êrişa li ser çanda kurdî û kesên li gel stranên kurdî govend gerandine û hatine binçavkirin daxuyaniyek hevbeş da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser çand û nirxên Kurdan hatin şeremzarkirin û berxwedana gelê Kurd a li hemberî hewldanên qirkirina çandê hat silavkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya krîmînalîzekirina rêûresmên çandî yên gelê Kurd, revandina Kurdan û neçarkirina wan ku erdê xwe biterikînin hewl dide gelê Kurd qir bike.
Di dauxyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hat kirin ku zextê li hikumeta Tirk bikin bila sûcan li dijî gelê Kurd neke.
Piştî xwendina daxuyaniyê xelekên govendê li ber stranên foklorî hatin gerandin.
(bb)
ANHA