‘Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ’ê ne’

Êzidiyên li kantona Efrîn-Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyên li Sûriye û Iraqê wek berdewama fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi nav kir. Li dijî êrişan banga xurtkirina hevgirtinê kir.

‘Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ’ê ne’
‘Êrişên dewleta Tirk berdewama êrişên DAIŞ’ê ne’
1 tebax 2024   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera 10’an a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê li Kampa Serdemê ya li bajarokê Ehdasê kom bûn.

Endama Yekitiya Jinên Êzidî Rohilat Dawud daxuyanî xwend.

Rohilat Dawud diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê rûpeleke biêş a dîroka civaka êzidiyan e û got ev êriş heta roja îro bi rêya balafiran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dewam dike.

Rohilat berxwedana gerîla, şervanên YPJ, YPJ û YBŞ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jî bi bîr xist û got: "Çawa me DAIŞ a hevkara Tirkiyeyê têk bir, divê li dijî êriş û armancên dewleta Tirk a dagirker rêxistin û hevgirtin werin xurtkirin."

(bb)

ANHA