Rûsyayê jî banga welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derbikevin

Rûsya jî piştî DYA û Îngîlstanê bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derbikevin.

Rûsyayê jî banga welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derbikevin
3 tebax, 2024   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber metirsiya rûdanekî şerekî mezin di navbera Hizbullah û Îsraîlê de, Rûsya bang li welatiyên xwe kir ku ji Lubnanê derbikevin.

Beriya Rûsyayê, balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê hişyarek ji bo welatiyên xwe yên li Lubnanê parve kiribû. Balyozxaneyê  gotibû ji bo bazirganiyê derfetên derketina ji Lubnanê hîn jî hene. Lê gelek şirketên balafiran seferên xwe rawestandin an betal kirine.

Balyozxaneyê bang li welatiyên ku naxwazin ji Lubnanê derkevin jî kiribû ku tedbîrên xweprastinê bigirin.

Di heman demê de Îngîlîstanê jî hemwelatiyên xwe  xwest ku “demildest ji Lubnanê derkevin.