ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2024
4 tebax 2024   02:00

- Şêniyên Şedadê destnîşan kir ku tecrîd wan ji Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe, her wiha ku êdî fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava Rêveberiya Xweser de pratîze dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekreterê Partî Demoqratî Kurdistan – Sûriya destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd û dagirkirina xaka wî ye. Her wiha diyar kir ku PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê û koçberkirina şêniyên wî vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hunermend û şanogeran êrişên dewleta Tirk a dagirker êb li Bakurê Kurdistanê yên li ser çanda kurdî şermezar kirin û li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico diyar kir ku jinên Şengalê bi birêxistinbûna xwe bersiva fermanê da û got “Li Şengalê dîroka berxwedan, têkoşîn û xwebirêxistinkirinê ji nû ve tê nivîsandin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan komkujiya li Colanê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê, kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye û fermandarê Hizbullah Fûad Şikur. (BI WÊNE).

Berpirsê Têkiliyên Giştî yên ‘Meclisa Idliba Kesk’ bang li gelê Sûriyeyê yê li deverên dagirkirî kir ku xwe bi rêxistin bikin. Her wiha teqezî bi girîngiya avakirina eniyeke yekbûyî ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi dirûşma "Bi çand û hunera neteweya demokratîk em ê tecrîdê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe mîsoger bikin", şevbuhêrkek li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê tê lidarxistin, saet 19.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA