Rewşenbîrên Tebqayê: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re esas in

Rewşenbîrên kantona Tebqayê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan bingeha projeya neteweya demokratîk a gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got "Divê ji bo têkbirina pergalên zordest em rêya wî bişopînin.”

Rewşenbîrên Tebqayê: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên herêmê re esas in
3 tebax 2024   02:25
TEBQA
RÊNAD ELÎ

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hîmê projeya neteweya demokratîk li ser biratiya gelan û jiyana hevbeş danî.

Rewşenbîrên kantona Tebqayê li ser girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û rola wan di rizgarkirina civakan ji pergalên zordest û kapîtalîst de, axivîn.

Rewşenbîr Ebdullah El Mebrûk got: "Rêber Ocalan armancên dewletên kapîtalîst li Rojhilata Navîn analîz kirin û ji gelên herêmê re diyar kir ku timayên wan dewletan li Rojhilata Navîn hene. Ji ber wê, li dijî fikrên wî derketin."

El Mebrûk wiha domand: "Gelên ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan rizgar bûne, xwe li hemberî çavnebariya wan dewletan bi parastina cewherî û şerê gel ê şoreşgerî xurt kiriye û parastiye."

Rewşenbîr Emîne Melê Hesen jî diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan çanda civakî ya ol û mezheban parast. Dewletên kapîtalîst dixwazin civakê parçe bikin. Lê fikrên Rêber Abdullah Ocalan yekitiyê û Rêveberiya Xweser xurttir dikin.”

Der barê rola rewşenbîran de di bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de Emîne Hesen got: "Erka her kesî ye ku rola xwe di hewldanên bidawîkirina tecrîdê de bilîze û banga bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike. Rola herî mezin jî ya me ye ku divê em fikrên Rêber Abdullah Ocalan li herêmê û cîhanê belav bikin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin. Ji bo ku tecrîdê bi dawî bikin.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Tebqayê Ehmed El Hac bal kişand ser bandora pergalên dîktator a li ser çanda civakan û serkeftina tecrubeya Rêveberiya Xweser li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan û got: “Xwendina fikrên Rêber Abdullah Ocalan asta zanabûn û rewşenbîriya gelên Rojhilata Navîn bi pêş dixe.”

El Hac wiha domand: “Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo çanda civakan, xurtkirin, pêşxistin û parastina wê kenz e. Em dikarin bi rêya van fikran çareseriyan ji gelek aloziyan re peyda bikin. Divê em çalakiyên dîtir li dar bixin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin."

El Hac diyar kir ku ji bo têkbirina fikrên dijber û êrişên li ser herêmê, pêwist e fikrên Rêber Abdullah Ocalan baş werin xwendin û nirxandin.

(mh)

ANHA