Jinan fermana Şengalê û cezayên îdamê yên Îranê şermezar kirin

Jinan fermana li ser Şengalê û cezayên darvekirinê ku li dijî Pexşan Ezîzî û Şerife Mihemedî şermezar kir û got dê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" li hemberî tevahî qirkirinan bisekinin û siyasetên dijberî jinan vala derxin.

3 tebax 2024   22:10
QAMIŞLO

Kongra Star ji bo bîranîna şehdîdên fermana 3’yê Tebaxê ya li Şengalê û şermezarkirina cezayên darvekirinê yên li dijî çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerife Mihemedî çalakiyek li dar xist.

Çalakî li Parka 19’ê Tîrmehê ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya jinên ji Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Hesekê, Amûdê, Til Hemîsê, Girkê Legê, Çilaxa, Dêrik û Til Koçer hat lidarxistin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed şehîdên fermana Şengalê bi bîr anîn û komkujî û nêzîkatiyên PDK’ê şermezar kir. Remziye Mihemed got: "Bi rêya vê komkujiyê xwestin civaka êzidî qir bikin, çand, nasname û dîroka Şengalê ji holê rakin. Lê berxwedana şervanên azadiyê bersiveke xurt li hemberî komkujiyê bû."

Remziye Mihemed destnîşan kir ku li dijî jinên êzidî yên Şengalê sûcên herî xirab hatin kirin, lê dîsa îradeya wan neşkest û anî ziman ku jinan bi rêxistinbûyîna xwe bersiva fermanê da.

Remziye Mihemed di berdewama axaftina xwe de cezayê darvekirinê ku rejîma Îranê li çalakvan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî biriye şeremzar kir û got: " Em ê bi felsfeya Jin, Jiyan Azadî têkoşînê bidomînin  û bi yekitî û hevgirtinê tevahî planên dijî jinan têk bibin."

Rêvebera Yekitiya Jinên Êzidî ya Herêma Cizîrê Hediye Şemo jî anî ziman ku tevî bi dehan fermana jî civaka êzidî bi xak, ol û çanda xwe ve girêdayî ye. Hediye bi bîr xist ku jinên êzidî xwe li gorî paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kirine û destkeftiyên xwe diparêzin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana Şengalê" û "Bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.

(bb)

ANHA