‘Divê girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç demildest bên berdan’

Hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Mustafa Yaşar û Mustafa Aytaç giran e û peyama “divê demildest bên berdan” hat dayîn.

‘Divê girtiyên nexweş Yaşar û Aytaç demildest bên berdan’
3 tebax 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî, di hefteya 645’emîn de çalakiya xwe ya “Rûniştina F” lidar xistin. Çalakî, li pêşiya avahiya şaxê hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mûstafa Yaşar ku ji sedî 68 astengdar e, bi nexweşiya Wernicke Korsakofê ketiye û li Girtîgeha Hejmar 5 a Marmarayê tê ragirtin. Di çalakiyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiyên nexweş berdin” hatin hilgirtin. 

Her wiha beşdaran dirûşmên “Girtiyên nexweş berdin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafan tev li daxuyaniyê bûn.

npêkirina mafê jiyanê ye. Divê girtiyên nexweş bên berdan.”