Di salvegera komkujiyê de peyamên piştgiriya ji Şengalê re
Di çalakiyên bi boneya salvegera 10’an a komkujiya 3’yê Tebaxê ya li Şengalê de, peyamên piştgiriya bi rêvebriya xweser a Şengalê re hatin dayîn.
Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Minbic, Tirbespiyê û Kobanê bi boneya salvegera 10’an a komkujiya 3’yê Tebaxê ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbû, çalakî hatin lidarxistin.
Êzidî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siaysî, endamên saziyên civaka sivîl û rûspiyên Kurd û Ereb, bi sedan kes beşdarî çalakiyan bûn. Di çalakiyên de wêneyên qurbaniyên komkujiya li Şengalê, alên Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê û wêneyên balê dikişînin ser berxwedana HPG, YPJ û YPG’ê yên rizgarkirina Şengalê û pankartên “Erdogan û DAIŞ rûyên yek madalyonê ne" û "Na ji qirkirina civaka êzidî re" hatin hildan.
Di daxuyaniyan de hate gotin, divê xweseriya Şengalê were parastin û piştgiriya wê bê kirin.
Di daxuyaniyê de îşaret bi peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku hikumeta Bexdayê û PDK ‘ê bi sponseriya dewleta Tirk a dagirker li dijî rêveberiya Şengalê îmze kiribû, hate kirin. Hate diyarkirin, divê peyman were betalkirin û Rêveberiya Xweser a Şengalê were naskirin.
Li bajarê Amûdê jî bi heman boneyê meşek ji aliyê Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê ve hat lidarxistin.
Di axaftinênl li meşê de hate gotin, civaka êzidî ji bo ku li ber fermanên nû bigire xwe bi rêxistin kiriye.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava jî semînerek li bajarê Tirbespiyê da. Di semînerê de hate diyarkirin ku civaka êzidî li hemberî hewldanên PDK û dewleta Tirk, têkoşînê didomînin.
(bb)
ANHA
eyn isa
tebqa
minbic
girkê legê
qamişlo
çil axa
Tirbespiyê
amudê
dêrik
kobanê
til hemis