Peyamên ji merasîmê: Divê Iraq rêvebirinê yê Êzidiyan nas bike

Di merasima şengalê de Rûspî, siyasetmedar, rêveber û fermandarên Şengalê peyama hevpar dan û wiha gotin: “Divê Iraq mafê xwe rêvebirin û parastinê ya Êzidiyan nas bike. Eger ev pêk neyê wê careke din ferman pêk werin. Em êdî qebûl nakin tu kes me rêve bibe.’

Peyamên ji merasîmê: Divê Iraq rêvebirinê yê Êzidiyan nas bike
3 tebax 2024   23:17
NAVENDA NÛÇEAYN

Îro piştî saet 16.00’an meşeke girseyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda bajarê Şengalê çêbû. Meşa bi dirûşmeya, ‘Ji Qirkirin û Koletiyê Ber bi Xweserî û Azadiyê ve’ li ber Meclisa Gel destpêkir heya mekteba Zerîfa Osê dewam kir. Piştî girse gihîşt ber mektebe bernameya merasîmê destpêkir. Hêzên siyasî, leşkerî û oldarên Êzidî peyamên xwe yên 10’emîn salvegera fermanê dan.

‘Gelê me ji ber pêşmerge Şengalê terk kir di komkujiyê re derbas bû’

Destpêkê li sernavê Oldarên Êzidî Mam Faxir Xelef axivî û diyar kir herkes biçavê xwe dît, ferman çawa çêbû û pêşmergeyên PDK’ê Êzidiyan di nava lepên DAIŞ’ê de hişt û got: “Ji ber gelê me di nava destê çeteyên hov de hişt, di komkujiyê re derbasbûn. Yê rê li ber qirkirina Êzidiyan girt, gerîlabûn. Em ê weke civaka Êzidî xirabî û başiyê ji bîr nekin. Emê yên bun sedema fermanê tucarî efû nekin. Yên ji bo axa me canê xwe fedakirin jî derbasê dîrokê bûn û wê tu kes nekare înkar bike.”

‘Divê Iraq mafê Êzidiyan a xwerêvebirin û parastinê nas bike’

Piştî axaftina Mam Faxir Mîr Nayîf Dawid peyama xwe bi zimanê Erebî da û banga naskirina îradeya gele Şengalê nas bike li hikûmeta federal a Iraqê kir û got: “Ji derveyî Êzidiyan tu kes nikare wan li ser piyê wan bihêle. Ancax ew bixwe parastina xwe bikin û xwe rêve bibin. Rê li ber fermanan girtin tenê bi xwe parastin û rêvebirinê mûmkîne.

‘Divê Iraq fermanê weke jenosîd nas bike’

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ne naskirina fermana 3’ê Tebaxê weke jenosîd rexne kir û got: “Belgeyên li ber dest têra xwe heye ku Iraq jenosîdê nas bike. Lê bi hinceta ku Iraq ne endamê dadgeha Laheye dibêje, nikarin. Em vê helwesta Iraqê bi tu awayî qebûl nakin. Divê Iraq bi awayeke cidî li ser jenosîdê bisekine. Ne tenê di vê mijarê de di gelek mijaran de Iraq bêhelweste û rêz li qurbaniyên fermanê nagire.”

‘Şagirtên Rêber Apo me parastin’

Nayîf Şemo di dewama axaftina xwede îşaret bi komploya li dijî Êzidiyan kir ku li Ammanê hatibû pîlankirin û PDK jî beşdarbû û got: “Ev pîlan bi tevlîbûna Tirkiye û PDK’ê û gelek welatên navnetewî li Ammanê hate çêkirin. Xwestin me qir bikin û me ji axa me derbixin. Lê destwerdana gerîla û şagirtên Rêber Apo civak hate parastin û niha jî li ser heman rêbazê diçe. Lê ev pîlanên qirkirinê hîn dewam dikin û dixwazin qirkirina civaka me bibin serî.”

‘Ev bîranînên îro da nîşan ku me zincîrên koletiyê qetandiye’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) Riham Hico dazanîn ji saya şehîdan rê li qirkirinê hatiye girtin û got: “Ji bîrkirina van buyeran di dîroka mede xiyaneta herî mezine û pêwîste em ji bîr nekin.  Em civaka Êzidî gelekî bi ax,çand ziman û baweriya xwe ve girêdayî ne.  Me tu carî  teslîmbûn qebûl nekiriya û serî ji tu tu kesî re netewandiye. Ev bîranînên ku em îro çêdikin wê peyamê dide ku me zincîrê koletiyê qetandiya.  Me ew roj derbas kirin, em ne ew kesên yên beriya fermanêne ku carekî din bên kirîn û firotin. Em êdî xwedî  hêzên xwe yên parastinê, xwedî   rêxistin û siyasetin.  Ji niha û şûnde wê tu kesek nikaribe li ser me peymanan û lihevkirinan çêbike. Wê pirsgirêkên Şengalê ne li Bexda, Parîs, Hewlêr û Enqere, dê liv ir bê çareserkirin. Wê êdî tikes nekare me rêve bibe û desthilatdariyê li ser me bike.”

‘Divê hemû Êzidî ji bo Êzdayetiyê bixebitin’

Riham Hico balkêşa ser girîngiya yekîtî û tifaqê ji bo Êzidiyan û got: “Îro me bersiva fermanê daye, lê tişta ku ji nan û av ji me re girîngtire yekîtî û xwe rêxistinkirine. Eger em nebin yek wê dijmin me yek bi yek tune bike. Em bi vê boneyê bang li gelê xwe dikin, eger ser bi çi aliyê siyasî bin jî, ji bo Êzdayetiyê kar bikin.”

‘Şehîd xwe ji bo Êzdayetiyê kirin mertal’

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Kurtay Şengalî jî axivî û şehîdên berxwedana Şengaê bibîranî û got: “Cîhan çavê xwe ji komkujiya mezin a bi ser gelê me de hat girt. Mîna li filmekî temaşe bikin, li komkujiyê temaşekirin. Lê hesabê destwerdana şervanên azadiyê nekiribûn ku xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal û rê li qirkirinê girtin. Şêx Xêrî, şehîd Berxwedan, şehîd Nûjiyan, Dijwar, Zerdeşt û hevalên din ên wek van xwe ji bo Êzdayetiyê kirin mertal. Civaka me timî pêşengiyê ji şer û berxwedanê re kiriye, dikare ji bo yekîtî û demokratîkbûna Iraqê re jî pêşengiyê bike. Şervanên YBŞ û YJŞ’ê rûmeta Iraqê parastine û pêwîste Iraq jî vê yeke bibîne.”