Li Dêrazorê firnên giştî hatin girtin, welatî bê nan in

Firnên giştî yên gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê ji ber nepeydakirina ard û nebûna piştevaniya hikumetê hatine girtin, nan li piranî deverên qut bûye û bihayê tûrê nan li firnên taybet du qatî ye.

Li Dêrazorê firnên giştî hatin girtin, welatî bê nan in
18 sibat, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji deverên gundewarê rojhilatê Dêrazorê daxuyand ku ji ber nebûna ard nan bi zehmetî tê peydakirin. Piştî ketina komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li wan herêman şêniyan ji ber krîzên debarê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Li gorî agahiyan, tevahî firnên giştî yên li herêmên rojhilatê Dêrazorê ji ber nebûna ard û nebûna piştevaniya saziyên hikumeta demkî ji xebatê rawestiyane.

Çavkaniyan destnîşan kir ku tenê firnên taybet dixebitin, lê bihaya tûrê nan bi rêjeya ji sedî 100 bilind bûye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku piranî şêniyên li wan gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê du roj e bê nan in.

(fr)