Awistralyayê rê neda ku welatiyekî wê ji kampa Roj vegere

Hikumeta Awistralyayê biryar da ku rê li ber vegera yek ji hemwelatiyên xwe ji kampa Roj a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire û red kir ku malbatên girêdayî DAIŞˊê vegerîne.

Awistralyayê rê neda ku welatiyekî wê ji kampa Roj vegere
18 sibat, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Awistralyayê îro biryarek da ku hemwelatiyek wê yê li kampa Roj a Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku ji malbatên DAIŞˊê ye, bi awayekî demkî derbasî welat nebe.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Awistralyayê Tony Burke di daxuyaniyekê de got ku ev biryar li ser pêşniyara dezgehên ewlehiyê hatiye dayîn û da zanîn ku daneyên heyî ne hewce ne ku tedbîrên hevreng ji bo yên din ên Awistralyayî yên li kampê jî werin girtin.

Di kampa Roj de 34 jin û zarokên Awistralyayî yên ji malbatên DAIŞˊê hene, li gorî qanûnê ji mafê wezîr e ku biryarên demkî digihîne heta 2 salan bide ku ew derbasî welat nebin da ku çalakiyên terorîst an jî texrîbat pêk neynin.

Du roj berê, rêveberiya kampa Roj rêwîtiyek ji bo vegerandina 11 malbatên Awistralyayî yên ku ji 34 kesan pêk dihat bi rêxistin kir. Lê, ji ber "tensîqa nebaş" bi rayedarên peywendîdar re, otobus vegeriyan kampê. Rêveberiya kampê diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û îdarî jinûve plansazkirina rêwîtiyê xebat tê kirin.

Rêveberiya kampa Roj beriya 2 rojan karwanek ji bo vegerandina 11 malbatên Awistralyayî

Serokwezîrê Awistralya Anthony Albanese diyar kiribû ku hikumeta wî dê ji bo vegerandina van kesan an jî alîkariya wan gavan neavêje û got ku ew kesên ku ji bo beşdarbûna projeya "xîlafetê" çûne, encamên biryara xwe dikişînin, lê zarok qurbaniyên rastîn ên vê rewşê ne.

(fr)