Li Kobanê têkoşer Osman Dadelî hat bibîranîn

Rêxistina PYDˊê ya bajarê Kobanê têkoşer Osman Dadelî di salvegera 18ˊemîn a şahadetê wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Li Kobanê têkoşer Osman Dadelî hat bibîranîn
18 sibat, 2026   17:41
KOBANÊ

Îro (18 Sibat) salvegera şehadeta Osman Mihemed Silêman Hecî yê bi navê Mamoste Osman tê naskirin e. Mamoste Osman Dadelî yek ji damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê ye.

Ji bo bibîranîna şehadeta Mamoste Osman, hevrêyên wî û endamên PYDˊê û Rêveberiya Xweser a kantona Firatê li pêş avahiya PYDˊê ya Kobanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endamê PYDˊê Bekir Hec Îsa daxuyanî da.

Hec Îsa diyar kir ku îro 18 sal di ser şehadeta Mamoste Osman re ku bi destê rejîma Baasˊê ya Sûriyeyê şehîd bûye, derbas dibin. Şehîd Osman di oxira gel û welatê xwe de salên dirêj têkoşiya.

Hec Îsa da zanîn ku têkoşîn û berxwedana Mamoste Osman şopek mezin di nava pêkhateyên herêmê de hişt û ji yekemîn kesên tevgera rizgariya Kurdistanê nas kiriye, di oxira gel û welatê xwe de tev li partiyê bûye, ye. 

Hec Îsa destnîşan kir ku destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê bi saya fedakarî û têkoşîna salên dirêj ên şehîd Osman bûn.

Hec Îsa anî ziman ku di demekê de ew şehîd Osman bi bîr tînin bajarê Kobanê di dorpêçeke giran de ye. Heman zihniyeta ku Mamoste Osman şehîd xistiye û civaka azad nas nake îro bi heman awayî Kobanê xistiye dorpêçeke giran.

Di dawiyê de Hec Îsa diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li dijî zihniyeta ku hewl dide wan qir bike bilind bikin, xebatê ji bo avakirina civakek azad û Sûriyeyek demokratîk û nenavendî bikin.

Şehîd Osman Dadelî di 2006ˊan de ji ber êşkenceyê di girtîgehên rejîma Baasˊê ya Sûriyeyê de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA