Li Başûrê Kurdistanê gorên 2 hezar û 300 salî hatin dîtin

Li Başûrê Kurdistanê, ji ber bandora ziwatiyê keşfeke dîrokî hate kirin. Li Dihokê 40 gorên 2 hezar û 300 salî hatin dîtin.

Li Başûrê Kurdistanê gorên 2 hezar û 300 salî hatin dîtin
31 tebax, 2025   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya qenala televîzyona TF1 a Fransayê, Midûrê Berhemên Antîk ên Dihokê û berpirsyarê kolandinê Bekas Brefkany anî ziman ku sala 2023’an tenê çar an jî pênc gor hatin keşifkirin, lê belê bi karên îsal re ev hejmar gihîştiye 40 gorên antîk.

Hate ragihandin ku li gel goran her wiha tasikên seramîk ên beriya 2 hezar salî jî hatin dîtin.

Berhemên ku têne dîtin, ji bo lêkolînkirinê ji Muzeya Dihokê re têne şandin. Li gorî pisporan ev gorên antîk ji dema Helenîstîk an jî Seleukos in, dîroka xwe digihêje 2.300 sal berê.