Li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê didomin

Rejîma Îranê Zext û siyaseta li welatiyan berdewame, gef li çar mamostayên Kurd hat xwarin, welatiyek Kurd hat binçavkirin û çarenûsa du welatiyên din jî nediyare.

Li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê didomin
31 tebax, 2025   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov a Rojhilatê Kurdistanê di derbarê girtin, zext û binçavkirinên ku rejîma Îranê li ser welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne de agahiyan parve kir.

Li gor agahiyên rêxistinê parve kirine, mamostayê olî yê bi navê Luqman Emînî yê xelkê bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê desteya taybeta a mamostayên olî ya Tehranê ve bi tometa ‘bêrêzîkirin’ cezayê sê sal û mehek girtîgeh, her wiha qedexeya heta hetayî ya lixwekirina cilên melatiyê lê hat birîn. Mela Luqman Emînî beriya niha jî çend carek bi tometên nerewa hatibû binçavkirin.

Hat gotin roja 28’ê Tebaxê jî di çarçoveya zextên sîstematîk ên li ser mamostayên Rojhilatê Kursdistanê de, wezareta Îtlaeta Îranê her çar endamên Yekitiya Mamostayên Sine yên bi navê Luqman Efzelî, Selah Mîrzayî, Mecîd Kerîmî û Nesrîn Kerîmî bangî îfadeyê kirine, gef li wan xwarine. Hat gotin sedemê bangkirina wan jî ewe ku rojên borî ev mamosta tevlî xwepêşandana ji bo piştgiriya mamostayên ji kar hatine dûrxistin bûne.

Her wiha roja 27’ê Tebaxê jî welatiyê bi navê Peyman Nadiryanî (22) yê xelkê gundê Dernaxe ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve bêy fermana dadwer hatiye binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve birine.

Hat gotin welatiyek bi navê Mihemed Peruze yê xelkê gunê Ney a ser bi bajarê Merîwanê jî ev meheke bêy fermana dadwer hatiye binçavkirn û heta niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.

Hatiye gotin ku Mihemed Peruze xwedî pêdawîstiyên taybete û sê zarokên wî hene.

Hat diyarkirin çalakvan û girtiyê siyasî Refîq Selîmî jî li girtîgeha Sine de ji ber êşkenceyê rewşa wi ya tendirustî têkçuye. Lê rêveberiya girtîgehê rê nade were dermankirin.

Refîq Selîmî di sala 2022’yan de bêy fermana dadwer hat binçavkirin, 50 rojan di girtîgeha îtlaeta Îranê ya li Sine de di jêr êşkence û lêpirsînê de hat hiştin. Refîq Selîmî bi tometa ‘Hewldana li dijî ewlehiya netewî’ cezayê 9 salan lê hatiye birîn.