Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê 38 şehîdên ku di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de, di salên cuda de şehîd bûbûn, bi bîr anîn. Beşdarên merasîmê soza şopandina rêya şehîdan da.

Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
Li Dirbêsiyê 38 şehîdên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn
31 tebax, 2025   15:20
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, îro ji bo bîranîna 38 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), YJA-Starˊê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, ku di mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de, di salên cuda şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Merasîm li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajêr, bi amadebûna dehan şêniyên bajêr, malbatên şehîdan, endamên sazî û meclisên sivîl hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Xalid Yûsif der barê rola şehîdan a parastina herêmê de axivî û got, "Şehîd ew kesên bi rûmet û serbilind in ku ji bo azadiya gelan canê xwe feda kirin e." Yûsif da zanîn ku bibîranîna şehîdan "Wê di dilê nifşan de her bimîne. Em soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa wan, têkoşîna xwe heta serkeftinê bidomînin."

Di merasîmê de sînevizyona der barê şehîdên ku hatine bîranîn de hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(k)