Li baregehek Heşdî Şeebî teqîn

Li baregehek Heşdî Şeebî ya li Bexdayê teqînek çêbû, tê gotin çekdarek miriye 2 jî birîndar bûne.

Li baregehek Heşdî Şeebî teqîn
4 mijdar, 2025   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê beriha niha bi demek kurt, li nav baregehek Heşdî Şeebî ya li nav bajarê Bexdayê teqînek çêbûye.

Heman çavkaniyê ragihand ku Rêveberiya Heşdî Şeebî ragihandiye ku teqîn ji ber sedemek teknîkî rûdaye û di encam de endamek hêzên wan miriye û 2 jî birîndar bûne.