Foruma Jiyana Azad bi encamnameyekê bi dawî bû

Meclisa Jinan a PYD’ê bi encamnameyekê foruma bi dirûşmeya “Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke komunal a demokratîk e” bi dawî kir.

Foruma Jiyana Azad bi encamnameyekê bi dawî bû
4 mijdar, 2025   15:23
HESEKÊ

Bi dirûşma “Jiyana azad û wekhev garantiya avakirina civakeke komunal a demokratik e” Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro foruma xwe ya duyemîn li Hola Semerqend a li taxa Til Hecer a Hesekê li dar xist.

Forum bi encamnameyekê ku ji aliyê hevseroka Mekteba Rêxistinî ya Giştî ya PYD’ê Valantîna Ebdo ve hate xwendin, bi dawî bû. Di encamnameyê de wiha hate gotin:

- Têkoşîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike, ji ber ku ew nûnertiya azadiya hemû gelên ku li edaletê digerin dike.

 - Tekeziyê li ser berdewamiya têkoşîna rewşenbîrî, siyasî û rêxistinî li dijî hemû cureyên tundî û cihêkariya li dijî jinan tê kirin, dike.

- Damezrandina têgeha malbateke demokratîk a li ser bingeha evîn, rêz û azadiyê, dûrî xwedîtî û wesayetê.

- Bi hev re xebatkirin da ku rola meclis û komunan wekî stûnên bingehîn ji bo avakirina civakeke demokratîk a exlaqî û siyasî aktîf bikin.

- Bilindkirina hişmendiyê û belavkirina têgeha “jiyana azad û wekhev” di nav hemû beşên civakê û saziyan de ji bo pêşxistina çandeke wekheviyê.

- Lidarxistina komxebatên ji bo jin û mêran bi armanca avakirina malbateke demokratîk wekî gaveke navendî ji bo xurtkirina nirxên civakî.

- Bi rihê berpirsyariya dîrokî hewl dide ku serkeftina destpêşxeriya aştî ya rêbertî misoger bike.

- Têkoşîna li dijî zîhniyeta baviksalar wek têkoşîneke hevbeş di navbera jin û mêran de ji bo vegerandina hevsengiya xwezayî ya têkiliyên mirovan tê hesibandin.