Li Hums û Helebê xwepêşandanên li dijî hikumeta veguhêz

Li Hums û Helebê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo şermezarkirina hilweşîna debarê û biryara bilindkirina bihayê kehrebe ye, şêniyan nerazîbûn nîşan da.

Li Hums û Helebê xwepêşandanên li dijî hikumeta veguhêz
4 mijdar, 2025   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarên Heleb û Humsê yên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo redkirina biryara bilindkirina bihayê kehrebeyê û hilweşîna rewşa debarê û xizmetguzariyê ku barê welatiyan girantir kiriye, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li bajarokê Hesya û taxên bajarê Humsê bi dehan şênî daketin xwepêşandanan û banga pêşxistina rewşa aborî ya şêniyan kir. Şêniyan pankartên "Em fatoreyan nadin....û şoreş wê vegere" hildan.

Li bajarê Helebê jî şêniyên taxa Şêx Seîd û taxên derdorê ji bo qirêjiya hewayê ya ji ber kargehên qurşînê û şewitandina çopê protesto kir û daxwaza girtina van agahiyan an jî veguhastina wan dûrî avahiyên niştecihan, kir.

Di 31'ê Cotmehê (2025) de hikumeta veguhêz a Sûriyeyê biryara bilindkirina bihayê kehrebeyê da. Lê li hemberî vê li kolanên Sûriyeyê û li ser medyaya civakî bertekên nerazîbûnê hatin nîşandan û hat gotin ku hikumeta veguhêz heman pêkanînên hikumeta berê yên ferzkirina biryarên aborî ku barê welatiyan girantir kiriye, pêk tîne.

(mh)