Li bajarokê  Xanesorê şewat

Li bajarokê Xanesorê ya Şengalê bi sedema temasa ceyranê, agir bi dikanek kelûpelên malan ket.

Li bajarokê  Xanesorê şewat
25 tîrmeh, 2025   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dikanek kelûpelên malê ya li bajarokê Xanesor ya ser bi Şengalê, ji ber temasa ceyranê şewat derket.

Ji ber tunebûna tîmên agirvemirandinê yên berevaniya medenî ya Iraqê li herêmê, Şaredariya Gel tevî welatiyên Xanesorê seferber bûn ji bo vemirandina agir.

Tevî hemû hewildanan jî, zirareke madî ya mezin gihişt xwediyê dikanê.

Asayîşa Êzdîxanê jî ji bo parastina ewlehiya welatiyan ket nav tevgerê û xelkê sivîl ji cihê bûyerê dûr xist.