Li Amûdê bîranîna şehîdan

34 şehîdên azadiyê yên mehên Cotmeh û Mijdarê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
Li Amûdê bîranîna şehîdan
30 mijdar, 2024   14:35
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna 34 şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê merasîmek li dar xist.

Merasîm li avahiya PYDˈê bi amadebûna malbatên şehîdan, şêniyên bajar, endamên saziyên sivîl, Kongra Star, Meclisa Bajar ê Amûdê û Meclisa Leşkerî hat lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zîwer Elî axivî û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Elî diyar kir ku fedakariyên şehîdan ên ji bo welat bingehên ku PKK li ser ava bûne, nîşan didin.

Zîwer Elî diyar kir ku şehîdan ji bo avakirina jiyaneke birûmet û welatekî azad canê xwe daye.

Piştre sînevîzyonek bi wêneyên 34 şehîdan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê şehîdan de, hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA