Hikumeta Şamê der barê geşedanên li Helebê de daxuyanî da

Hêzên hikumeta Şamê der barê geşedanên dawî ên li Helebê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew xwe ji bo êrişeke dijber amade dikin.

Hikumeta Şamê der barê geşedanên li Helebê de daxuyanî da
30 mijdar, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê der barê êrişa çeteyên dewleta Tirk a li ser Heleb û gundewarên Idlibê de daxuyaniyek da.

Hikumeta Şamê di daxuyaniyê de diyar kir ku "hejmara zêde ya terorîstan û pirbûna eniyên şer hişt ku hêzên me yên çekdar operasyona ji nû ve bicihkirinê pêk bînin. Armanca hêzên me xurtkirina xetên parastinê, parastina jiyana sivîl û leşkeran e û xwe ji bo êrişeke dijber amade bikin.”

Her wiha di daxuyniyê de hate gotin: “Bi berdewamiya herikîna terorîstan ji hêla sînorê bakur û zêdebûna piştevaniya leşkerî û teknîk ku ji wan re tê, rêxistinên terorîst di saetên borî de karîn derbasî beşên berfireh ên taxên bajarê Helebê bibin. Ji ber ku hêzên me yên çekdar bi berdewamî û rasterast li wan dixin, li benda ku hêzên me yên leşkerî bigihêjin û li eniyên şer belav bibin, ji bo amadekariya êrişeke dijber.

Fermandehiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar piştrast dike ku ev tedbîreke demkî ye û ew dê ji bo ewlehî û silametiya gelê me yê bajarê Helebê bi hemû awayan kar bike û dê erka xwe ya neteweyî li dijî rêxistinên terorîst pêk bîne, ji bo derxistina wan û vegerandina desthilata dewletê û saziyên wê li ser tevahiya bajêr û gundewaran.”

Ji sibeha roja Çarşemê ve, çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) êrişî bajarê Helebê û gundewarên wê dikin, di encamê de gelek taxên bajarê Helebê desteser kirin, bêyî ku hêzên hikumeta Şamê tu berxwedanê nîşan bide.

(k)