Îsraîlê gundewarên Humisê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Humisê deriyekî sînor û 2 pir bombebaran kirin.

Îsraîlê gundewarên Humisê bombebaran kirin
30 mijdar, 2024   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê deriyê Cosiye, pira El Hoz û pira Cobaniye yên di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kirin.

Deverên hatine bombebarankirin li gundewarên başûrê rojavayê Humisê ne.

Li gorî SOHRˈê, di bombebaranê de maşîneyên girêdayî Hizbullahê hatin hedefkirin, lê der barê ziraran de agahî nehatin parvekirin.

SOHRˈê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji destpêka îsal ve 132 êrişên hewayî û 26 êrişên bejahî li dijî Sûriyeyê pêk anîne. Di encama êrişan de 415 leşker hatin kuştin û 185 jî birîndar bûne.

(bb)