Li Amûdê 4 gumanbar hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku li Amûdê 3 kes bi gumanbariya dizîna motorsîklêtan û hevkarekî wan hatine destgîrkirin.

Li Amûdê 4 gumanbar hatin destgîrkirin
9 cotmeh, 2025   15:40
AMÛDÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku 3 kes ji ber dizîna motorsîkletan û firotina wan, li Amûdê hatin destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniyê, 7 motorsîkletên di destê wan kesan de jî hatine desteserkirin.

Di dewama daxuyaniyêde hate gotin: “Di dema lêpirsînê de gumanbar li xwe mikur hatin ku wan dizî kiriye û motorsîklêt firotine kesekî din ku xwediyê firoşgeheke parçeyên motorsîkletan e, li wir ew ji hev veqetandine û firotine. Ew jî di dema operasyonê de hat girtin.

Hemû kesên destgîrkirî ji bo tedbîrên zagonî yên pêwîst ji dozgeriya giştî re hatin rêkirin.”