Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin

3 jin dema hewl dan ji bajarê Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatin sekinandin, îşkence li wan hat kirin û kel û pelên wan hatin desteserkirin.

Leşkerên Tirk li ser sînor îşkence li 3 jinan kirin
30 cotmeh, 2026   21:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane nûçegihane me ya Dirbêsiyê, 3 jin îro dema hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ên li ser sînor ve hatin sekinandin, îşkence li wan hat kirin, her wiha pere û kel û pelên wan hatin desteserkirin.

Bûyer li nêzî gundê Qeremanê yê Dirbêsiyê rû da.

Agahiyên der barê rewşa tenduristiyê ya her sê jinan de nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA