NY: Divê jin û civaka sivîl tev li pêvajoya veguhastinê ya Sûriyeyê bibin

Cîgirê sekreterê giştî yê NY`yê ji bo Sûriyeyê Claudio Cordone bang kir ku Peymana 29`ê Çileyê zû pêk were, saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê entegre bibin, mafên gelê Kurd misoger bibin, jinan tev lê bikin û di aliyê siyasî, aborî û aramiya ewlehiyê de xurt bibe.

NY: Divê jin û civaka sivîl tev li pêvajoya veguhastinê ya Sûriyeyê bibin
17 mijdar, 2026   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyeyê Claudio Cordone bi rêya dîmen ji Şamê bi Meclisa Ewlehiyê re axivî û got ji bo saziyên dewletê bi pêş bikevin divê di aliyê siyasî de gavên pratîk werin avêtin. Pirsgirêkên aborî werin çareserkirin, Sûriye ji nû ve were avakirin û hemû sûriyeyî ji vê yekê sûdê wergirin.

Cordone destnîşan kir ku salvegera hilweşandina sîstema Baasê nêz dibe, gelek hewldan tên kirin lê ji bo bi ser bikevin divê zêdetir hewl were dayîn. Divê di aliyê siyasî, aborî, aramî û ewlehiyê de pêşketin çêbe.

Ji bo dosyaya siyasî Cordone anî ziman ku di pêvajoya veguhastinê de demkî avakirina meclisa gel girîng e û li bendê ne ku meclisa gel dest bi xebatên zagonsaziyê bike, lêpirsîn bike, amadekariya destûrê bike, hilbijartinan çêke û ji bo vê yekê mekanîzme û dem diyar bike.

Her wiha bang kir ku garantî were dayîn ku jin û civaka sivîl jî tev li pêvajoya veguhastinê û jiyana giştî bibin.

Di aliyê aborî de jî Cordone diyar kir ku ji bo pêvajoya veguhêz aram çêbe divê pirsgirêkên aborî were çareserkirin û destekê bidin projeyên ku dewletê girîngî didiyê. Di berdewamiya axaftina xwe de got divê pirsgirêkên xizmetguzariyê werin çareserkirin, bêkarî nemîne, civakên ku di şer de ziyan dîtine û jinan jî bikarin pêdiviyên xwe diyar bikin.

Ji bo rewşa ewlehiyê jî Cordone got rewşa ewlehî û siyasî li Siwêdayê bi krîz e û ji bo mayîna hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê hişyarî da û bang kir ku ji bo peymana 1974`an rêz were dayîn.

(np)