Komîteya Lêpirsînan gera yekemîn a li Siwêdayê bi dawî kir

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî ya Serbixwe ji bo Sûriyeyê gera xwe ya yekemîn li Siwêda û gundewarê wê bi dawî kir. Komîteyê bi kesên zirar lê bûne û şahidên binpêkirinan re hevdîtin kirin. Çaverê ye di dema pêş de xebatên xwe bidomîne.

Komîteya Lêpirsînan gera yekemîn a li Siwêdayê bi dawî kir
8 cotmeh, 2025   17:27
NAVENDNA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî ya Serbixwe ji bo Sûriyeyê ragihand ku wê gera xwe ya yekemîn li Siwêda û gundewarê wê bi dawî kir û ji Sûriyeyê derket.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew hewl didin ku serdana deverên din ên zirardîtî jî bike, lê bi şertê ku rewşên guncaw ên serxwebûnê, xebatên wê û nepeniya kar hebin.

Komîteyê destnîşan kir ku ew qîmetdayîna xwe ji kesên rizgar bûne, şahid û ferdên civakên zirar dîtine û berpirsên wan ên ku îfadeyên xwe der barê binpêkirinên dişibin ên yasayên navneteweyî yên mafên mirovan re dane tînin ziman. Hat gotin ku wê îfadeyên zirardîtî û şahidan û encamên xebatên xwe pêşkêşî aliyên berpirs kirine û ew hîn jî lêpirsînan didomîne.

Komîteyê mixabîniya xwe têkildarî belavbûna agahiyên şaş ên serdana wê de bi taybet li ser medyayên civakî anî ziman û got ku kengî lêpirsîn bi dawî bibin dê encam jî werin aşkerakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku di dema bê de komîte dê xebatên xwe li Sûriyeyê bidomîne.

Hêjayî bibîrixstinê ye ku ajansa me di 3ˊyê Cotmeha 2025ˊan de belav kiribû ku komîteyê li Siwêdayê dest bi erkên xwe yên lêpirsînên rastiyên binpêkirin û komkujiyên li bajar Siwêçdayê di nîvê Tîrmehê de pêk hatine, kir.

Komîteyê serdana gelek gundên rojavayê Siwêdayê kir û li bajarokê Qenewat bi Serokê Ruhanî yê Durziyan Hikmet El Hicrî re û li nexweşxaneyên Siwêdayê bi şahid û birîndaran re hevdîtin kirin.

(mh/fr)

ANHA