Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê şêniyek birîndar kir

Li gundewarê Quneytîrayê di gulebarana hêzên Îsraîlê de şêniyek birîndar bû.

Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneytîrayê şêniyek birîndar kir
8 cotmeh, 2025   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li daristaneke gundewarê bakurê Quneytîrayê şêniyek gulebaran kir.

SOHR’ê da zanîn ku şênî dema ku êzing kom dikirin ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat gulebarankirin û birîndar bû.

(bb)