2 roj e aqûbeta ciwanekî ku hêzên hikumet veguhêz revandiye nayê zanîn

Hêzên hikumeta veguhêz 2 roj e Îmad Arif Horo (17) li taxa Suryan a Nû ya Helebê revandiye û aqûbeta wî hîna nayê zanîn. Malbata wî hikumetê berpirsê selametiya wî dibînin û daxwaza berdana wî dikin.

2 roj e aqûbeta ciwanekî ku hêzên hikumet veguhêz revandiye nayê zanîn
8 cotmeh, 2025   18:00
NAVENDA NÛÇEYAN

2 roj e aqûbeta ciwanê Kurd Îmad Arif Horo (17) ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve li taxa Suryan a Nû ya bajarê Helebê hatibû revandin, nayê zanîn.

Horo ji gundê Gemrûkê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî ye, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cih bûye. Duh (07 Cotmeh 2025) piştî êria hêzên hikumeta veguhêz li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatibû revandin.

Dema Horo ji Şêxmeqsûdê ber bi taxa Suryana Nû ve diçû li gel Dermanxaneya Xişan li ser benda ewlehiyê ya komên hêzên hikumeta veguhêz ve tê revandin. Endamên li ser bendê, telefona wî kontrol dikin û tê de hin sembolên kurdî dibînin. Piştre direvînin û ber bi navenda xwe ve dibin.

Horo li Şêxmeqsûdê porbiriyê dike. Malbata wî daxwaza diyarkirina aqûbeta wî dikin û hikumeta veguhêz berpirs dibînin.

(fr)