Koma dawîn a malbatên DAIŞ'ê yên ji Awistralyayê ji Kampa Roj derket

Koma dawîn a jin û zarokên DAIŞ'î yên welatiyên Awistralyayê ji Kampa Roj derket.

Koma dawîn a malbatên DAIŞ'ê yên ji Awistralyayê ji Kampa Roj derket
23 gulan, 2026   14:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku berpirsekî Kampa Roj a li Dêrikê dane ajansa me, koma dawîn a jin û zarokên DAIŞ'î yên welatiyên Awistralyayê, ji kampê derket.

Berpirsekî kampê diyar kir ku koma dawîn ji 21 kesan (7 jin û 14 zarok) ên malbatên DAIŞ'ê pêk dihat û 21'ê Gulanê radestî aliyên têkildarî hate kirin da ku wan bigihînin welatê wan.

Heman berpirs diyar kir ku niha welatiyên Awistralyayê li kampê nîn in.

(bb)