Li Hemayê 4 parêzerên jin hatin destgîrkirin

4 parêzerên jin li bajarê Hemayê roja pêncşemê hatin destgîrkirin. Parêzer û hiqûqnasan li hemberî vê yekê bertek nîşan dan.   

Li Hemayê 4 parêzerên jin hatin destgîrkirin
23 gulan, 2026   15:01
HEMA

Nûçegihanê me agahî da ku bûyerê bi destgîrkirina parêzer Fatin Debûl dest pê kiriye û got kesek bi navê Ebû Şeymai roja pêncşemê li qehwexaneya avahiya dadê parêzer Fatin Dabûl destgîr kir.

Her wiha 3 parêzerên jin ên dîtir; Dewlet Îbrahîm, Rîm Îsa û Meryem Îbrahîm di heman rojê de hatin destgîrkirin. Têkildarî rewşa her çar parêzeran hîna agahiyên zelal nehatine diyarkirin û daxuyaniyên fermî ji aliyê hikumetê ve nehatine dayîn.

Li gorî agahiyên ku li ser malperên têkildarî mafên mirovan ên Sûriyeyê hatine parvekirin, 4 parêzerên jin hatin lêpirsînkirin û pirsên mezhebî wekî sedema tayînkirina wan ji hêla muwekîlên sunnî ve hatin kirin.

Çalakvanên mafên mirovan ev yek wek binpêkirina prensîbên wekheviyê û nirxên pîşeya hiqûqî bi nav kir.

Girtina her çar parêzeran li ser medyaya dijîtal gelekî hate rexnekirin. Parêzer û çalakvanan daxwaz kir ku têkildarî rewşa her çar parêzeran û aliyên ew girtine agahî, werin dayîn.

(np)

ANHA