Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin

Bi merasîmeke girseyî endamê Hêzên Asayîşê şehîd Rifet Abdullah li Pakrewangeha Şehîd Xebat hat oxirkirin.

Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
Şehîd Rifet Abdullah hat oxirkirin
23 gulan, 2026   13:55
QAMIŞLO

Endamê Hêzên Asayîşê Rifet Abdullah 21'ê vê Gulanê ji ber nexweşiyeke giran şehîd bûbû, îro bi merasîmeke girseyê li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik hat oxirkirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê şehîd Rifet Abdullah ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirt û bi karwanekî ber bi pakrewangehê ve bi rê ket. Dema karwanê cenaze gihaşt pakrewangehê, ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşman hat pêşwazîkirin.

Li vir merasîmek ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hat lidarxistin. Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûad Şawîş axivî. Sûadê bal kişand ser keda ku şehîdan daye û anî ziman ku şehîdan rêya azadî û rûmetê ronî kir.

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Yûsif Omer jî bal kişand ser vê yekê ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de rastî komployan hatin ku hebûn û mafên wan kirin armanc. Omer diyar kir ku dê berxwedana parastina mafên xwe bidomînin.

Bi navê Hêzên Asayîşê Meen El Ezîzî jî axivî û bi van gotinan behsa şehîd Rifet kir: "Rihê wî şad û çalak bû. Bi berpirsyarî û dilsozî erkên xwe bi cih dianîn.”

Meen El Ezîz soza şopandina rêya şehîdan da.

Bi navê malbata şehîd Rifet, birayê wî Elî Roj axivî û got dîroka gelê Kurd bi berxwedan û şehadetê ve girêdayî ye, serkeftinên ku hatine bidestxistin berhemên keda şehîdan e.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(bb)

ANHA