Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe

Koçberên ji Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku peymana der barê vegera wan de hatiye îmzekirin li ser kaxezê maye û got "Peymanek heye, lê ew tenê li ser kaxezê ye. Heta ku dagirkerî û çeteyên wê li ser axa me bin em nikarin vegerin."

Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
Koçberên ji Girê Spî: Bi hebûna dagirkeriyê re em nikarin vegerin malên xwe
9 kanûn, 2025   03:45
EYN ÎSA

Êş û azarên koçberiyê yên bi hezaran koçberên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, berdewam dikin. Nêzîkî 7 hezar kes, bi batina zivistnê re, di nava şert û mercên dijwar de, li kampeke li gundewarên Reqayê dijîn.

Koçberê bi navê Ekrem El Mihemed der barê mijarê de ji ajansa me re got: "Êşa me bi hatina zivistanê û sermayê re zêde bûye. Em tenê dixwazin vegerin axa xwe, lê kî dikare garantî bike ku heke em vegerin zirar li me nebe?”

El Mihemed diyar kir ku peymanên derbarê vegera koçberan de tenê li ser kaxezê mane û got: “Peymanek heye, lê ew tenê li ser kaxezê ye. Heta ku dagirkerî û çeteyên wê li ser axa me bin em nikarin vegerin."

Koçberê bi navê Meysem Xelîl Muslim jî diyar kir ku tevî peymana 10`ê Adarê jî, lê rêya vegerê girtî ye û got: "Xewna vegerê hêviyek e me ye, ku bi gavên berbiçav ve girêdayî ye, lê dagirker û çeteyên wê wêraniyê li ser axa me berdewam dikin."

Koçberan bi navê Zelîxa Mihemed da zanîn ku jiyana wan di hundurê kampê de rawestiyaye û got: "Em li ser peymanê dibihîzin, lê em tiştek jê nabînin. Em dixwazin vegerin da ku axa xwe biçînin û bi rûmet bijîn. Çareseriya xwezayî ew e ku em vegerin malên ku em ji wan bi zorê hatine koçberkirin."

Dewleta Tirk û çeteyên wê di Cotmeha 2019`an bajarên Girsê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û zêdetirî 100 hezar şênî koçber kirin. Piraniya wan li kampên ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve li gundewarê Reqayê hatine avakirin de bi cih bûn.

Peymana ku di 10`ê Adarê de di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin û bendên girêdayî vegera koçberan, nehatine bicîhanîn. Lewma dagirkerî û çeteyên wê heta niha sûcên kuştin, talankirin, revandin û şantajê li van bajaran pêk tînin.

(k)

ANHA