‘Jin kevirê bingehîn ê avakirina siberoja Sûriyeyê ne’

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku jin di avakirina siberoja Sûriyeyê de roleke girîng dilîzin û da zanîn ku ev pêvajo bêyî nivîsandina destûreke demokratîk, nikare dest pê bike.

‘Jin kevirê bingehîn ê avakirina siberoja Sûriyeyê ne’
9 kanûn, 2025   05:50
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê destnîşan kir ku jinên li Sûriyeyê îro hewceyî ewlehî û aramiyê ne û hewceyî destûreke nû ne ku mafên wan û mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Fatma Îbrahîm der barê mjarê de got: "Jinên Sûriyeyê dixwazin di Sûriyeyeke bi rastî demokratîk de bijîn ku rêzê li mafên hemû pêkhate û koman digire, û mafên jinan biparêze.”

Fatmayê diyar kir ku yekem tiştê ku jin îro hewce ne, ewlehî û aramiya piştî salên şer e, û destnîşan kir ku divê e destûra nû mafên jinan biparêze, wan ji bo beşdarbûna siyasî û civakî hêzdar bike. Fatmayê wiha lê zêde kir: "Îro hêviyên me ji berê mezintir in. Em dixwazin di pêşengiya pêvajoya siyasî de bin, ji nivîsandina destûrê bigire heya beşdarbûna di meclisan de. Em qanûnên ku me ji tundiyê diparêzin dixwazin, û em dixwazin nûnertiya rastîn a jinan di hemû waran de hebe."

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Wesfiya El Elî jî got: "Avakirina siberoja Sûriyeyê bi xebata hevbeş di navbera hemû pêkhateyên wê de dest pê dike," û bal kişan ser "girîngiya avakirina dewletek li ser bingeha prensîbên demokratîk û piralî û nivîsandina destûrek nû bi beşdariya hemû pêkhateyan. "

Endama Komîteya Lihevhatinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê Ferîda Ebdilrehman diyar kir: "jin hîn jî bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ne, bi taybetî jî hişmendiya baviksalar û bandorên şer, ku ji hêla aborî û psîkolojîk ve bandor li wan kiriye."

Ferîdayê destnîşan kir ku gelek qanûn hîn jî hewceyê sererastkirinê ne da ku jinan biparêzin. Ferîda rexne kir ku nûnertiya jinan di cihên rêvberiyê de kêm e gotinên nefretê li dijî jinan zêde bûye.

Ferîda wiha pê de çû: "Jin her gav pira aştiyê bûn di navbera civakan de, û ew piştgiriyê didin diyalog û lihevhatinê." Her wiha diyar kir ku "jin ji bo ku karibin bi bandor beşdarî biryardanê bibin, hewceyê qanûnên dadperwer û qadên siyasî ne. Em Sûriyeyek demokratîk dixwazin ku rêzê li pirrengiyê bigire. Em welatek bê tundî û cudakarî dixwazin, welatekî aram ku her kes tê de bi rûmet bijî.”

(k)

ANHA