ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09-12-2025
9 kanûn, 2025   02:00

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser diyar kir ku tiştê ku gelê Sûriyeyê hêvî dikir di sala yekem a hilweşîna rejîma Baasê de pêk nehat. Krîzên aborî, siyasî û ewlehiyê berdewam dikin û destwerdanên herêmî, bi taybetî ya Tirkiyeyê, zêdetir bûye. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku peymana der barê vegera wan de hatiye îmzekirin li ser kaxezê maye û got "Peymanek heye, lê ew tenê li ser kaxezê ye. Heta ku dagirkerî û çeteyên wê li ser axa me bin em nikarin vegerin." BI WÊNE Û DÎMEN

Karmend û mamosteyên beşa perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê zehmetiyên derengketinên dubare yên serfkirina mûçeyan û nepêkanîna sozên hikumetê yên zêdebûnê dikişînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku jin di avakirina siberoja Sûriyeyê de roleke girîng dilîzin û da zanîn ku ev pêvajo bêyî nivîsandina destûreke demokratîk, nikare dest pê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Lubnan di navbera vebijêrka danûstandina bi Îsraîlê re û xeteriya rûbirûbûna şerekî vekirî de ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Sala borî siyaseteke cudakarî û zextê, çalakiyên leşkerî û astengkirina peymanan li dijî pêkhateyên Sûriyeyê hate pêkanîn. Di vê navberê de, van pêkhateyan hewl da karên xwe bi rêxistin bikin û çarçoveyên alternatîf ava bikin da ku kar û barên xwe bi rê ve bibin. BI WÊNE

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê şehîdên mehên Îlon, Cotmeh, Mijdar û Kanûnê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê bi bîr tîne, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Odeya Pîşesaziyê kongreya xwe ya duyemîn li hola Odeya Pîşesaziyê ya Qamişloyê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Sûriya Demokratîk bi hevkariya Partiya Sûriya Pêşerojê re, ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî, li hola civînan a bajarokê Um Hucêra ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê civîneke girseyî li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê merasîmeke xiyabî ji bo gerîlaya HPGˊê şehîd Çigdem Derwîş (Emîne Şêxmûs) li ber malbata şehîd a li taxa Xerbî li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn di roja xwe ya duyemîn de li hola Serdem a Hesekê didomin, 15.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN