ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-12-2024
17 kanûn, 2024   02:00

Şêniyên Amûdê diyar kir ku ew ê hemû cureyên alîkarî û piştgiriyê bidin koçberên Efrîn, Şehba û Helebê, her wiha diyar kir ku ew "ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan hînî regezên piştevanî û hevkariyê bûne."

Şêniyên Qamişloyê diyar kir ku herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û divê hêzên Kurdan berjewendiyên partîtî bidin aliyekî û yekitiya neteweyî pêk bînin.

Endam û rêveberên saziyên kantona Firatê êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku şervanên wan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî berxwedaneke dîrokî didin meşandin.

Koçberên bajarê Efrînê yê dagirkirî ku cara duyemîn êşên koçberiya bi darê zorê dikişînin û di rewşên zehmet ên sermayê re derbas dibin daxwaz kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hember sûcên xwe werin cezakirin û ji bo vegera li warên xwe piştgirî xwestin.

Bendava Tişrînê ku ji ber êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker zirarek mezin dîtiye, ev 7 roj in ji xizmetê derketiye. Xelkê kantonên Firat û Minbicê jî, bê ceyran mane.

Meclisa bajarê Til Brakê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê li hola navenda çandê civîneke berfireh li dar dixe. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Til Hemîsê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˋê şehîd Ehmed Mihemed El Mela. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN