Kirîza Koçberî û encamên wê- Bihar Ewrîn

 Kirîza Koçberî û encamên wê- Bihar Ewrîn
9 kanûn 2023   04:47

Di dîroka mirovahî û civakîbûnê, her tim cihê ku însan lê ji dayîk dibe û dijî, pîroz û bi nirxe bûye ku bixwe yek ji pîvan û pêwîstîyên dîrokî û çandî yê civakane. heya berê pêşketina şaristanî û bi taybet pergala dewlet-netewe her ev pîvan hatîye parastin. Lê bi pêşketina pergala şaristanî û duwre dewlet, koçberî weke dîyardeyek bi sedemên cûda pêş ketîye. Niha di sedsala 21, koçberî dîyardeyek gîştî û weke kirîzek tê binav kirin û di hemû dewerên dinyayê li gor taybetmendîyên Jeopolîtîk, sîyasî û Aborî tê jîyan kirin. Koçberî di encama endazyarîya civakî û bi tifaqên hevpar ên hêzên sermaye û dewletan tê pîlan kirin. Kurdistan jî yek ji wan herêmana ye kû bi ava û sedemên cûda koçberî tê jîyan kirin û sedemê pêşketina vê dîyarde li Kurdistanê çend milîye.

Di germahîya şerê cîhanî ê sêyemîn li Rojhilata Navîn ku niha tê jîyan kirin derveyî şîddet, qeyaranên aborî, sîyasî, ekolojîk û civakî ku bixwere tîne, yek ji dîyardeya herî girîng jî Koçberîye. Helbet şer tenê yek ji çavkanîyên sedemên pêşketina koçberî ye. Lê dema mijar dibe Kurdistan helbet divê di çend milan de koçberî were nirxandin. Ji ber polîtîkayên şer ku niha li Kurdistanê tê meşandin, derveyî qirkirina xweza, jin û civakê, armanca esas vala kirina Kurdistan û guhertina demografya wê ye ku em vê bi avayek eşekere niha li Rojavayê Kurdistanê û perçê din dibînin. Ji xwe piştî perçe kirina Kurdistanê, Kurd her tima bi rêka Sûrgunî û koça bi zorê li welatê xwe dûr hatine xistin. Şewitandin û vala kirina bi sedan gund û berê wan dane Avrûpa, di esas de sîyasetek qirkirina çandî û sîyasetên netew-dewlet ji bo afirandina civakek homojene li kêleka dabîn kirina hêza erzan ya kare. Helbet dîyardeya Koçberî ji bo ferdek Kurd  ku di bin zexta dagirkerîyê deye tê wê watê ku ji ziman, çand û nasnama xwe dûr dikeve û divê em ji bîr nekin pêywendîyek rasterast di navbera nasname û çand heye. Ger dûrketin ji çand pêk were bandor li ser nasnamê jî dike û berovajî  wê jî derbas dare.

 Ger koçên bi zorê encama şer û pevçûnê ye, koçên bi dilxwazî jî encama şerê taybet û sîyasetên asîmîlasyonê ye; lê encam, binbir kirina kokên jîyanê ye. Mijara ku em dixwazin di warê civaknasî û çandî behs bikin, koçberîya ku ferd welatê xwe ji bo berjewendîyên ferdî yan aborî diterikîne. Her çend koç kirin li welat belkî ji bo kesê ku ber bi welatek din ve diçe weke destpêkek dîyar bike jî di rastî de ne wisaye. Yek ji sedemên ku ferd ber bi koçberîyê ve dibe bêguman azadî ye. Lê ger em pênaseyek rast ji azadî û nasname nekin, azadî li welatek din bi çand û zimanek xerîb de bidestxistin, xwe xapandineke û di encam de kesayetên ku xwe înkar dike, apolîtîke û lêgerîna xwenasînê rawestandîye ava dibe ku li Avrûpa jîyan û karê herî kambax be jî tercîh dike û hatta mirinê li derya, serma û çolan didin ber çavê xwe. Piştî vê pêvanjoyê bi çand, ziman, urf û adetên civakî ya welatê ku çûyî adapte bûyîn biserê xwe zehmetî  û qeyranên  pir mezin tîne û bi demê re ziman û çanda ferdê koçkirî tê helandin û ev bixwe dibe sedema pirsgirêkên derûnî, bêrî kirina welat, qeyrana nasname û nakokîyên mezin. Di salên dawî û piştî şoreşa Rojava ku weke şoreşa jinê tê pênase kirin, bi bandora şerê taybet û vekirina derîyên avrûpa pêlek koçberîyê li Rojava destpê kirî. derfetê çûyînê avakirin ji xwe yek ji sîyasetên hevbeş ê dewletan ji bo berjewendîyên xwe li Kurdistanê ye.

Şoreşa civakî li Rojava bû çavkanîya Îlhamê û bala her kesê kişand ser xwe. Bedelên pir giranbuha yê maddî, manevî û însanî hate dayîn û pêvajoya ava kirina civakê li ser esasê netewa demokratîk destpê kir û jin bûn yek ji hêmanê sereke yê vê pergala civakî. Hebûna jinan û xebatê wan yek ji faktorê sereke di pêşxistina çanda demokrasîyê ye. Her çend bi qasî têkoşîn ji bo avakirina civakek azad, êrîşên dijmin jî ba avayên cûda berdewam kirîye. Helbet ji ber sedemên ku me bilêv kir pirsgirêkên aborî û bêderfetî jî hebûye; Wê demê pêwîstî bi têkoşînek hevbeş ji bo parastina nirxê şoreşê û berteref kirina pirsgirêkên heyî heye ku bingehê pêşerojek azad were xêz kirin.

Jinên ciwan rêjeyek mezin ji koçberên ber bi Avrûpayê li Rojavayê Kurdistanê ye. Bir ruxmê derfetên mezin ji bo kar, xebat û xwendinê dîsa jî di nifşên ciwan de xeyalê çûyîna Avrûpa û qaşo derfetê baş yê jîyanê pêş dikeve lê bi şert û mercên zortir re rûbirû tên. Li gorî sosyologan di hemû pêvajoyên koçberî de jin ji mêran zêdetir rastî tundîyê tên; taybet Jinên ciwan di pêvajoya koçberîyê bi xeterîyên weke îstîsmara zayendî û tundîyên re rûbirû tên. Jinên koçber hem weke jin û hem weke koçber bi newekhevîyek dualî re rûbirûne û ev tundî û newekhevî di hemû merhelê jîyana jinek koçber tê dîtin; ji cihê kar û dîtina mal bigire heya di bikar anîna vesayîtên hatin û çûnê û hatta derfetên perwerde û tendurustîyê û di dawî de weke hemwelatîyên asta duyemîn têne mêze kirin. Mirov dikare zordarîya çînî, cinsî, nijadî, mezhebî û netewî li hemberê jinên koçber li her derê bibîne. Her wiha piştî demekê ku cazibê metropolên Avrûpa kêmtir dibe bi cîhê wê tirs, qedexe û carna jî êrîşên nijadperestî pêş dikeve.

Ji cihûwarkirina netewe û civakan, sîyasetek kevnar ê pergala zordestîyê ye ku di dîrokê de bixwe re karesat û trajêdîyên mezin afirandine. Ji ber wê welatparêzî û xwedî derketin ji welat û zana bûna wê, pîvaneke sereke û mekanîsmayeke ji bo xwedî li nirx, çand û zimanê dayîkê derketine. Çawa ku şahidên dîrokî nîşan dide her tim jin weke çavkanî, rênima û parastina çandê tên nasîn û nûnerê dewlemendîya civakê ne. Ger çand û ziman jî neyên parastin yê bi demê re ji koka xwe werin qut kirin û winda bin.

Ger her  netewek mafê dîyar kirina qedera xwe heye wê demê rola jinan di ava kirina civkek demokratîk û ne dewletî berbiçav dibe. Ji ber jin yek ji dînamîkên sereke yê civakê ne hem ji bo parastina jîyanê hem jî xwezayê. Wê demê di merheleyek dîrokî ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên çend milî vê rûbirû ye, rola nifşên ciwan û taybet jinên ciwan berçavtir dibe. Ancax bi zanebûnek dîrokî û exlaqî em bikarin nirxên şoreşê biparêzin. Li derveyî ax û welat lêgerînên cûda tu car nikare valatîyên hestî û ruhî tije bike. çawa kû kal û bîrikên mejî gotine ‘’her gîyayek li ser kokê xwe şîn dibe’’