14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin

Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê heta niha 14 milyon û 600 hezar lître mazota sobeyan li xelkê bajêr bi rêya komîn û meclisên taxan belav kiriye.

14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin
14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin
14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin
14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin
14 milyon lître mazot li xelkê Hesekê hate belavkirin
9 kanûn 2023   06:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-SÎBELCAN SELMAN

Komîteya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê di 20′ê Tebaxê de dest bi belavkirina mazota sobeyan kir. Ji her malbatekê re 300 lître mazot bi rêya meclis û komînan tê belavkirin.

Komîteyê li Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Herêma Cizîrê bi koordînaya meclisên bajêr û navçeyan li gorî serjimara heyî kartên mazotê yên malbatan çap kiribûn û li wan belav kiribûn.

Bi rêya komîteyên ji meclisên taxan hatine avakirin û endamek ji komîteya sotemeniyê ku kartan aktîf bike, kart li malbatan hatin belavkirin. Di van kartan de ji her malbatekê re di salê de 300 lître mazot û 12 tupên gazê hene.

Hejmara kartên li Hesekê heta niha hatine çapkirin 112 hezar e û li meclisên navçeyên bakur û başûrê û şaredariyên girêdayî Hesekê hatin belavkirin.

Der barê mijarê de hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Viyan Çaçan axivî û wiha got: "Mîqdara mazotê heta niha li Hesekê hatiye belavkirin 14 milyon û 600 hezar lître ye."

Komîte berê stêran dide meclisan û ew jî bi rêya komînan li xelkê taxan belav dikin. Viyanê got: "Malbatên heta niha sûd ji mazotê wergirtine 49 hezar e, anku ji sedî 50 ji şêniyên Hesekê ye."

Viyan Çaçan diyar kir ku taxên mazota xwe wergirtine; Kelase, Mişêrfe, Nasire, Telai, Xişman, Salihiya Şimalî, Hara Eskeriye û Merşo, li navçeya başûrê jî li Neşwa Rojava û Rojhilat, taxa Zihor, taxa Leyla, bajarokê Til Tewîl û Sefiya û Til Mecdel hatine belavkirin. Viyan anî ziman ku belavkirina li bajarokê Tiwêne ber bi dawiyê ve ye.

Hevseroka Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Viyan Çaçan di dawiyê de got li taxa Xiwêran û Salihiya Cinûb (başûr) dest bi belavkirina mazotê hatiye kirin û niha li bajarokê Mexrom Werde Şeqra û Um Medfeî mazot tê belavkirin.

(fr)

ANHA